Tifaqa Welatperwer û Demokrat li Mûşê buroya xwe vekir

Tifaqa Welatperwer û Demokrat li Mûşê buroya xwe vekir

Tifaqa Welatperwer û Demokrat li Mûşê buroya xwe bi coşeke mezin û bi girseyî vekir.

A+A-

a7ae84e1-0eb4-4085-8d1b-fcbf7c4e8939.jpeg

Tifaqa Welatperwer û Demokrat li Mûşê buroya xwe ya hilbijartinê bi coşeke mezin û bi  girseyî vekir 

Tifaqa Welatperwer û Demokrat roja 03.03.2019an li Muşê buroya xwe bi beşdarîyeke girseyî vekir.

Bi sedan gênc û jin û gelê Mûşê bi coşeke mezin beşdarî vekirina buroya Tifaqa Welatperwer û Demokrat a Mûşê bûn.

867d6b7c-5bf6-413c-8b76-194087da2c63.jpeg

Berîya vekirina buroya  Mûşê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Timur, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Zülküf Baran, namzetê serbixwe yê Mûşê Zîver Çaki, namzedên Serbixwe yên Tifaqa Welatperwer yên Amêdê, Zeki Ekinci, Hidayet Fidan,  gelek sîyasetvanên Kurdistanî; rêvebir, endam û alîgirên PAK û PSKyê, bi beşdarîyeke baş ya gênc û jinan, gelê me yê Mûşê bi girseyî  nêzîkî 1 km di nav cadeya mezin a Mûşê de meşîyan. Gelê me yê Mûşê eleqeyeke germ nîşanî meşa Tifaqa Welatperwer û Demokrat dan.

Piştî meşê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, namzetê serbixwe yê Mûşê Zîver Çaki û dîya Zîver Çaki pêkve qurdele birîn û buro vekirin.

Paşê girse di hundurê buroyê de kom bûn. Endamê Meclîsa PAKê Mirza Akar bixêrhatina beşdaran kir û di derbarê xebata Tifaqa Welatperwer û Demokrat de kurte axaftinek kir.

Paşê jî Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, namzetê serbixwe yê Mûşê Zîver Çaki, di derbarê armanc, girîngî û rola Tifaqa Welatperwer û Demokrat de axaftin.

Vekirina buroya Muşê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat, bi beşdarîya girseyeke ber bi çav, bi beşdarî û coşa gêncan û jinan, bi meşa li nav bajarê Mûşê ve gelekî hêvîdar bû

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin