Tifaqa Ked û Azadiyê wê piştgiriya Kiliçdaroglûyî bike

Tifaqa Ked û Azadiyê wê piştgiriya Kiliçdaroglûyî bike

.

A+A-

Li gorî daxuyaniyê, Tifaqa Ked û Demokrasiyê, wê di hilbijartina Serokomariyê de piştgiriya Kemal Kiliçdaroglûyî bike.

Tifaqa Ked û Azadiyê derbarê hilbijartina giştî û ya Serokomariyê de daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û namzetê ku wê piştgiriyê bidine wî, aşkere kiriye.

Li gorî vê daxuyaniyê, Tifaqa Ked û Demokrasiyê, wê di hilbijartina Serokomariyê de piştgiriya Kemal Kiliçdaroglûyî bike.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar duh (27ê Nîsanê) diyar kiribû ku ew ê piştgiriyê bidin namzetê Tifaqa Miletparêziyê Kemal Kiliçdaroglûyî.

Îro jî Tifaqê diyar kiriye ku “Di vê hilbijartina dîrokî de; em careke din bang li gelên Tirkiyeyê dikin û dibêjin, di hilbijartina parlamenteriyê de dengên xwe bidin Tifaqa Ked û Azadiyê û di hilbijartina serokomariyê de jî bidin Kemal Kiliçdaroglûyî.

Beşek ji daxuyaniyê wiha ye:

“Di vê qonaxa şikestina siyaseta Tirkyeyê de, me li hev kir ku ji bo deynê xwe yê li kevneşopiya xwe û nifşên pêş bidin, em wezîfeya xwe ya dîrokî pêk bînin. Li gorî vê biryarê, em bi hemû raya giştî re parve dikin ku di hilbijartina serokomariyê ya 14ê Gulana 2023yan de wê pêk bê, piştgiriya Kemal Kiliçdaroglûyî bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin