Thûmman: Divê destûra Efrîneke din neyê dayin

Thûmman: Divê destûra Efrîneke din neyê dayin

Nivîskarê rojnameya Elman Dîe Zeîtê Mîchael Thûmann bal kişande ser sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê ku dagir kirine û bang kir, ”Divê destûra Efrîneke din neyê dayin.”

A+A-

Nivîskarê rojnameya Elman Dîe Zeîtê Mîchael Thûmann bal kişande ser sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li  Efrînê ku dagir kirine û bang kir, ”Divê destûra Efrîneke dî neyê dayin.”

Planên dagirkeriya rejîma Tirk a li ser Rojava ji hêla medayaya Ewropî ve jî ji nêz ve tê şopandin. Nivîskarê rojnameya navdar a Elman ya Dî Zeîtê Mîchael Thûmann di nivîsa dawî de gefên Recep Tayyîp Erdogan, Serokomarê Tirk, ên li ser Kurdan şîrove kir. Thûmann bi nivîsa bi navê ”Divê destûra Efrîneke dî neyê dayin” got, Kurdên li  Sûriyê bi desteka DYA’yê DAÎŞ qedandin û niha gelek DAÎŞ’î li girtîgehan girtî ne.

Thûmann got Erdogan têgehên Kurd û ”terorê” tîne cem hev, ji rojhilatê Firatê ku Tirkiye gefa dagirkirinê lê dixwe, gelek penaberên ku ji DAÎŞ’ê reviyane lê dijîn û bi bîr xist, 2018’an, Efrîn, a ku piraniya niştecihê wê Kurd bûn hatiye dagirkirin.

‘Du armancên Erdogan hene ‘

Di analîzê de hate gotin divê gefên Erdogan bi rengekî cidî werin dîtin û li ser tiştên ku 1,5 salan li Efrînê hatine jiyîn wiha got:

‘Li gorî daneyên NY’yê li Efrînê 137 hezar mirov bêgavî koç kirin û li gorî Mala Çavdêr a Sûriyê ev hijmar ji 350 hezarî zêdetir e. Li gorî saziyên mafê mirovan ên navnetewî li Efrînê kanên jiyanê, darên zetûnan têne şewitandin. Kurd bi zorê ji malên xwe têne derxistin û Ereb li şûna wan têne bicihkirin. Bi ser de Erdogan dibêje Efrîn ne bajarê Kurdan lê yê Ereban e.

Niha Erdogan dixwaze penaberên Ereb ên ji Sûriyê yên li rojhilatê Firatê jî ji cihê wan bike. Ji ber ku êdî kesek nabêje penaberên Sûriyê ‘hûn bixêr hatin’, yên ku li Tirkiyê ne û  hijmara wan ji 3 milyonan zêdetir e û Serokkomarê Tirk ji bo wan li cihekî nû digere. Heke ev penaber li ser sînor werin danîn, di eynî demê de wê bigihije du hedefan; pêşî, wê hijmara penaberan kêm bibe, ya dî jî, li bakurê Sûriyê wê serweriya Kurdan biqede.”

Nivîskarê Elman paqijiya etnîk a ku bi zorê didin koçberkirin û qada jiyanê ya gelan diguherin ne xerîbê Tirkiyê ye û jenosîda Ermenan, koçberkirina 2 milyon mirovên di navbeyna Yewnanîstan- Tirkiyê de, bûyerên dema dagirkirina  Qibrisê bi bîr xist.

Thûmman xwest ku NY û YE li ser mijara ”herêma ewle” van pirsan ji Tirkiyê û DYA’yê bike, ku Tirkiye û DYA li ser mijara ”herêma ewle” li hev kirine.

”Leşkerên Tirk wê çi qasî bi nav herêma Kurd de biçin? Emerîkî, Tirk û Kurd wê bikaribin yekîneyên dewriyeya hevpar deynin? DYA dixwaze çawa pevçûnên pêkan ên di navbeyna leşkerên Tirk û milîsên YPG’ê de asteng bike? A girîngtir, kî wê bikaribe plana koçberkirin, bicihbûna berfireh a Erdogan a li ser herêma Kurd asteng bike?”

Mîchael Thuman ku heta 2003’yan nûçegihnê Rojhilata Navîn a Dîe Zeîtê bû, bi vê bangê nivîsa xwe qedand ”Divê destûra Efrîneke dî neyê dayin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin