Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Teyrtawis ne tenê di nav mîtologiya Êzdiyatiyê de, ew di nav gelek bawerî, efsane û gelên dinê de jî pîroz e

A+A-

Rêzgirtina ji Teyrtawis ra, ne tenê di nav mîtologiya Êzdiyatiyê de*1, ew di nav gelek bawerî, efsane û gelên dinê de jî heye .

Min sala çuyî di vî wextî de dû gotar li ser „pîrozîya Teyrtawîs û ramana Tawis geranê*1,3“ weşandibûn. Piştî hingê  min di rûpelê vê malpere bi zimanê Almanî  ku dibêjinê  “Pfauen-Form“  xwand û dît ku, rêzgirtina ji Teyrtawîs ra di nav gelek bawerî, efsane û gelên dinê de jî heye .

Hinek agahdariyên ku min ji Almanî wergerandine weha dibêjen:

“ Teyrtawîs weke Teyrê sed çav, kîbar û nemir jî tê binavkirin. Çavên di nava gera pirtikên baskê Teyrtawîs de nîşana rojê, sterkan , hîvê û  groveriya ezmana didine xwanê.

Teyrtawîs ji xeynî symbola rojê nîşana jînvebûnê, nemirina giyanê û xeranebûna ruh e. Ji ber vê girêdana wî ya bi dara jiyanê ra, textên tawusê li Babîla kevnar pir qedirbuha bûn.

Ger û pirtikên baskên Teyrtawîs, di nava hûnerên mezelên xaçparêst û putperest(gawir)an de wekî symbola bedena li ser erdê bi ruhê nemirinê xwe diguhêze , pîroziya xwedawendiyê hatiye xepitandin.

Ji ber van gelek pîroziyan, Teyrtawîs ji mêj ve li derveyî Hindistanê, ji aliyê fîrewnên Misrê ve û her weha di baxçeyên împarator û padîşahên li herêmên Ewropayê de hatine parastin.

Teyrtawîs di sala 1963 de ji ber girêdana wî ya bi ol û efsaneyên Hindistanê re wekî heywanê neteweyî yê Hindistanê hatiye ragihandin.

Yewnan û Romayiyan ev Teyrtawîs ji aliyê Hera (Juno) ku di perestgeha wê de tawûs diparêze, pîroz dibînin. Li gorî efsaneyên wan, Hera tawus ji çavên yek ji parêzgerên xwe yên sed çav Argus afirandiye.

Li Çîn û Japonyayê, tawus ji xwedawendên dilovaniyê, Kwan-yin û Kwannon re tê dayîn. Teyrtawîs remzeke wisa rehm û dilovaniyê ye ku, tê gotin ku ew ji ber xemgîniyê xwe yên ji bo mirinê dimire.

Çîniyan bawer dikir ku, awira Teyrtawîs dikare jinan ducanî bike.*2“

Eger Xwedê bibêje erê, ez ê di demeke nêzîk de li ser mîjara pîroziya kevnariya Tawisê , Senceqê û merasima gerana Tawisê û bi ilimdarekî Êzdiyatiyê ra bernameyekê di ÇARPEL MEDYAYÊ de pêşkêşî we birêzan bikim.

Ku pirs û nirxandinên we jî li ser  vê mîjara pîroziya kevnariya Tawisê , Senceqê û merasima gerana Tawisê hebin, hûn dikarin wan ji niha ve di vir de parvebikin, anjî ji min ra bişînin!

Hêvî ji Xwedê û Xwedanê “Tawsê” dikim, ew di vê derwa dijwar de piştgiriya hevgirtin û çareserîkirina pirsgirêkên Êzdiyan bikin!*3“

Çavkanî:

*Pîrozîya Teyrê Tawis û ramana Tawis geranê

https://www.facebook.com/KemTolan/posts/pfbid0fAPo4PRKc3iCTikNLHM7MAPJj86P7v4nfBG6T2Dc9gYmHomCbh56KwqMH1CFjLNbl

 

*2 http://www.pfauenforum.de/geschichte/

*3

https://www.facebook.com/KemTolan/posts/pfbid02kT48WFpK35LN4MQHvhfd5R8Jz7xpiDUcWHKGh3A5C2wSs8xcuyAJTuKxkncEDpDYl

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin