Teşkîlata Batmanê ya PAKê  bi awayekî serkeftî  kongreya  xwe ya duyemîn li dar xist

Teşkîlata Batmanê ya PAKê bi awayekî serkeftî kongreya xwe ya duyemîn li dar xist

Teşkîlata Batmanê ya PAKê roja 25.08.2019an , bi beşdarîya delegeyên Batmanê û gelek endamên PAKê li avahîya Teşkîlata Batmanê ya PAKê, bi awayekî serkeftî kongreya xwe ya duyemîn a asayî li dar xist.

A+A-

Teşkîlata  Batmanê  ya PAKê roja 25.08.2019an , bi beşdarîya delegeyên  Batmanê û gelek endamên PAKê li avahîya Teşkîlata Batmanê ya PAKê,  bi awayekî serkeftî  kongreya  xwe ya duyemîn a asayî li dar xist.

Serokatiya dîwana Kongereyê ji alîyê M.Emin Ekinci ve hate birêvebirin.

Kongreya duyemîn a Teşkîlata  Batmanê ya PAKê bi rêzgirtina ji bo şêhîdên Kurdistanê û bi Sirûda Neteweyî ‘Ey Reqîb’ê dest pê kir. 

 

Serokê Şaxa Batmanê Azîz Özdemir bi xêr hatin da mêvanan  û got; "Ev kongreya me ya asayî  ya duyemîn bi şîara ‘Di çareserîya hemû pirsgirêkan de rêya dîyalogê û bi rê û rêbazên demokratîk û sîyasî pêkvere.’ li dardikeve’’.

 

Piştî axaftina Aziz Özdemir, Dîwanê mafê yekem ê axaftina da Endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya (KBN) PAKê Hanifi Turan.

 

Endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PAKê Hanifi Turan di axaftina xwe de bi kurtayî weha got:

‘’Ez li ser navê Serokê Giştî yê partîya me birêz Mustafa Özçelik û li ser navê Meclîsa Partîya me bi xêrhatina we  û spasîya we dikim.  Spasî û pîrozbahîya hemû delege, endam û rêvebirên Teşkîlata Batmanê ya PAKê dikim ku vaye cara duyem e Kongreya xwe ya asayî li dar dixin. Ev biryardarî û xebata we, sînerjî, hêz û şewqekeke mezin dide me hemûyan jî.

Îro welatê me li her çar perçeyan Jî di pêvajoyeke hesas de derbas dibe. Em weke PAK pêk anîna vê Kongreya xwe ya di vê pêvajoya hesas de, weke nîşana xwedî lê derketina destkeftîyên gelê xwedibînin. Ev Kongreya me ya Batmanê, nîşana îradeya berdewamîya doza azadîya Kurdistanê ye.

Dewleta Tirkîyeyê, ji alîyekî li Bakurê Kurdistanê şerê xwe didomîne, qeyûman tayînî li ser beledîyan dike, di derbarê bi hezaran kesan de lêpirsînên qanûnî dike, hefs û girtin û îşkence her berdewam e; ji alîyekî jî êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê zêdetir dike, li wê derê qereqolên mayînde ava dike; li Rojavayê Kurdistanê hesabê wê yekê dike ku bi dagirkirinê rê li ber mafên gelê me, li ber statuyeke sîyasî bigire.

Helbete eve 96 sal Dewleta Tirkîyeyê her li ser vê sîyaseta xwe ya şaş bi dehan caran tiştênbi rengî  kirine. Lê bi serneketîye. Doza azadîya Kurdistanê her berdewam kirîye. Îro jî tu êrîş û kuştin û hefs û wêranî dê nikaribe rê li ber doza me ya rewa bigire. Rêya herî maqûl ew e ku bi rêyên sîyasî, demokratîk û bi dîyalogê mesele bêne çareser kirin.

Belê dost û hevalên hêja,

PAK, Partiya Fedakarên Kurdistanê ye.Eve 5 sale PAK bi îmkanên endam, rêvebir û dostên xwe bi awayekî fedakarane  xebatên xwe, dimeşîne…..PAK xwe berdewamîya têkoşîna azadîya Kurdistanê ya 200 salî dibîne. PAK dibêje ‘Azadî Ji Bo Kurdistanê, Azadî Li Kurdistanê’….Dadgeha Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê di derbarê PAKê de doza girtinê vekirîye; dibêje ‘navê xwe û bernameya xwe biguherîne’. PAKê di parastina xwe de bi zelalêl got, ‘Emnavê xwe jî, bernameya xwe jî naguherînin. Divê Dewleta Tirkiyeyê Qanûna Bingehîn û qanûnên xwe yên din biguherîne’.PAK ew partîye ku  di dîroka Dewleta Tirkîyeyê de cara ewil di Dadgeha Qanûna Bingehîn de parastina bi Kurdî kirîye….Em weke PAK ji roja ewil ve dibêjin:Yên dikarin bibin yek bila bibin yek; yêk nikarin bibin yek bila hevkarî û tifaqan bikin; yên nikarin hevkarîyan bikin bil adi nav dîyalogê de bin; yên nikaribin dîyalogê jî bikin, bila dijminatîya hev nekin….belê em îro jî her li ser vê rêbaza xwe dimeşin….PAK dibêje, ew nêrîn û sîyasetên ku hebûna miletê me, welatê me û mafê statuya sîyasî ya welatê me ji xwe re nekin bingeh; dê her rê ji sîyaseta lawaz kirina Kurdewarîyê, lawaz kirina Kurdistanîbûnê re xweştir bike.Divê em di vê derbarê de jî gelekî hişyar bin. PAK di vê pêvajoya hesas de, dîsa bala potansîyela netewî, demokrat, azadîxwaz, Kurdistanî dikişîne ser wê yekê ku, pêwîstîya me ji her demê zêdetir bi partîyeke xurt, girseyî heye. Ji bo vê jî divê her kes û her alî çi ji desta bê bi cîh bîne û di nav gel de bixebite, bixebite, bixebite…’’.

Piştî raportên xebatê û raportên malîhatin pêşkeşkirin û ji alîyê delegeyan ve rêvebirîyên berê hatin  Îbra kirinê, Kongre bi hilbijartina Serok û Rêvebirên  Teşkîlata PAKê ya Batmanê  yên nû ve bi dawî hat.

 

Gelek Rêvebirên  PAKê yên Mêrdîn û Amedê ,Serokê Komela Ahmedê Xanî M.Sait Temel,Nunerên Partîya Yekîtîya Kurdistanî-Surî ,Endamên KDP Bakur yên Batmanê û gelek sîyasetvan û rewşenbîr jî beşdarî Kongreyê bûn.

 

Çapemenîya Batmanê û hinek telewîzonên Kurdi jî Kongreya Teşkîlata Batmanê ya PAKê  şopandin.

Aziz Özdemir dîsa weke Serokê Teşkîlata Batmanê ya PAKê hate hilbijartin. Mehmet Nurî Canpolat , Ahmet Öztekin, Mehmet Tahir Bilik, Süleyman İzgi, Hamdullah Toprak, Osman Zinnur Erçin jî weke endamên Rêvebirîya Teşkîlata Batmanê ya PAKê hatin  hilbijartin. Vasfi Özdemir, Hava Özdemir û Aydın Bozan   jî weke andamên cîhgir yên rêvebirîyê hatin hilbijartin.

 

Kongre bi awayekî serkeftî bi dawî hat.

 

whatsapp-image-2019-08-25-at-15-55-32.jpegwhatsapp-image-2019-08-25-at-15-55-47.jpegwhatsapp-image-2019-08-25-at-15-56-02.jpeg

 

whatsapp-image-2019-08-25-at-15-56-16.jpegwhatsapp-image-2019-08-25-at-15-56-29.jpegwhatsapp-image-2019-08-25-at-15-56-44.jpeg

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin