Tara Mamedova: Koçberîya malbata min a ji Asyaya Navîn bandoreke mezin li min kir

Tara Mamedova: Koçberîya malbata min a ji Asyaya Navîn bandoreke mezin li min kir

Muzîkjen Tara Mamedova van rojan bi provayên muzîkalekê re mijûl dibe. Ew dixwaze di nava cîhaneke bêşer û bêxwîn de bijî. Koçberîya malbata wê ya ku di sala 1993yê de ji Asyaya Navîn ber bi Rûsyayê bandoreke mezin li ser jîyana wî kirîye.

A+A-

 

Ferid Demirel

Muzîkjen Tara Mamedova van rojan bi provayên muzîkalekê re mijûl dibe. Ew dixwaze di nava cîhaneke bêşer û bêxwîn de bijî. Koçberîya malbata wê ya ku di sala 1993yê de ji Asyaya Navîn ber bi Rûsyayê bandoreke mezin li ser jîyana wî kirîye. Va ye bersivên Tara Mamedovayê yên ji bo 5 Pirsên me.

1- Van rojan tu bi çi mijûlî?

Van rojan ez di nav provayên muzîkalekê de me. Ji bo kenseran amadekarîya xwe dikim. Loma gelek dixebitim. Her wiha ji bo projeya Şehyan tevî hevalên grûbê kar dikim.

2- Heke careke din tu werî dinê, tu dixwazî di rewşeke çawa de bijî? Çi bikî? 

Ez bawerim gelek mirov wê wek min bixwazin di nav cihaneke bêşer û bêxwin de bijîn. Jîyanek di nav xwezayek azad û bêsînor de.Û bê guman min ê bixwesta dîsa muzîsyen bim û bi melodîyên bêhempa re bibim yek.

3- Di nava rojê de herî zêde tu ji çi hezdikî ku bike? 

Di jîyana rojane da tişta kû ez ji her tiştî pêhtir hezdikim guhdarkirina mûzîkê ye, dans e û meş e.. Herwiha bi keça xwe re gekek wext diborînim. Westandin nîne lê dayîkbûn vê nasnake û naxwaze nasbike.

4- Dixwaze jîyaneke çawa bijî? 

Wek her mirovekî dixwazim di nav aramî û aşitîyê de bijim. Gelek tirsên me ji bo îro ji bo sibê û pêşerojê hene. Ez gelek hêvî dikim kû rojekê ez ê bêtirs bijîm..A heri girîn, wek dayikekê bila dilê min neşewite û ez ti caran ji mûzîk û hunerê qut nebim.

5- Bûyer an jî kesekî/e ku di jîyana te bandoreke mezin li ser te kiribe heye? Hebe bandoreke çawa li te û jîyana te kirîye? 

Bûyera kû li ser min bandorek mezin hiştîye, koçberîya malbata min a 1993yê ji Asya navîn bo Rusyaye. Ez zarokbûm û ji zaroktîyê hatim veqetandin û dilê min birîndar bû. Nema ew birin baş bû.. Dayîka min ew kes e kû bandorek mezin li ser min çêkirîye. Wê hişt kû ez tim bi wê serbilind bim. Doza kû wê da di her warî de hişt kû ez rêya xwe bibînim û bikevim nav rêyek rast. Ew ax, av û azadîya min e.

Bianet

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin