Tahir Elçî tê bibîranîn

Tahir Elçî tê bibîranîn

.

A+A-

 Roja 28ê Mijdara 2015an di dema civîneke çapemeniyê de Serokê wê demê yê Baroya Amedê Tahir Elçî li ber Minareya Çar Ling a Sûra Amedê, teqe lê hat kirin û yekser li cihê bûyerê canê xwe ji dest da. Her sal di vê rojê de Tahir Elçi tê bibîranîn. Biryar e îro Elçi di 6emîn salvegera kuştina xwe de bi çalakiyeke girseyî li Amedê bê bibîranîn.

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi roja 28ê Mijdara 2015an dema dixwest li ser dorpêç û têkdana navçeya dîrokî ya Sûra Amedê ligel çend nûnerên saziyên civaka sivîl û xelkê navçeyê daxuyaniyekê bide çapemeniyê li ber Mînareya Çar Ling a Sûrê teqe lê hat kirin û di encam de canê xwe ji dest da.

Tahir Elçi her sal di vê rojê de ji aliyê gelek kesan ve li çendîn parêzgehên Bakurê Kurdistanê tê bibîranîn. Biryar e îro Elçi di 6emîn salvegera kuştina xwe de li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bi çalakiyeke girseyî bê bibîranîn.

Piştî kuştina Tahir Elçi Serdozgeriya Komarê ya Amedê, derbarê kuştina wî de dosye amade kir û di çarçoveya komkirina belge û lêkolînan de sê polîs û çar sivîl bi tohmeta kuştina Elçî, hatin tohmetbarkirin û daxwaza cezayê zîndankirina sê heta neh sal û cezayê 45 sal zîndakirina kesekî din bi navê Ugur Yakişir kir ku reviyaye derveyî welat û di heman rojê de bikujê du polîsan bûye.

Roja 3ê Nîsana 2020ê 10emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê, dosyeya tawan a dosyeya bikujên Tahir Elçî pesend kir û roja 21ê Cotmeha 2020ê rûniştina yekem a dadgehkirina bikujên Tahir Elçî hat kirin.

Desteya Dadweran di vê rûniştinê de bi hinceta “xemsariya biqest ku bû sedema kuştina Tahir Elçî” biryara hiştina dosyeya cezakirina sê polîs û çar sivîlên da û biryara azadkirina wan a bi merc hat dayîn heta rûniştina duyem a dadgehkirinê. Biryara dadgehê bû sedema nerazîbûneke zêde ya Baroya Amedê û parêzerên Tahîr Elçî.

Sêyemîn rûniştina Doza Tahîr Elçî li 10emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Daxwaza baroyên Êlih, Bedlîs, Agirî, Mêrdîn, Wan, Mûş û Komeleya Rojeva Mafên Mirov bo beşdarbûna dozê ji aliyê dadgerê dozê ve hat redkirin. Dozê bi îfadeya şahidên bûyerê û axaftinên parêzeran dewam kir.

Piştî axaftina parêzer û şahidan dadgehê ji bo kêmasiyên di dosyeyê de têkildarî dimenên kamerayê yên hatine jêbirin û kêmasiyên din werin temamkirin doz bo 12ê Çileya 2022an paş xist.

Tahir Elçi kî ye?

Tahir Elçi di sala 1966an de li navçeya Cizîrê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ji dayik bûye. Qonaxên seretayî û navendî yên xwendina xwe li navçeya Cizîrê xwendin. Di sala 1991ê de Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê qedand. Tahir Elçî, ji sala 1998 heta sala 2006ê di Rêveberiya Baroya Amedê de cih girtibû û sala 2012an jî weke Serokê Baroya Amedê hatibû hilbijartin.

Elçî bavê 2 zarokan bû û zimanên Ingilîzî, Almanî, Tirkî û Kurdî dizanîn. Tahir Elçi herwiha wek çalakvan û parazvanê mafên mirov dihat naskirin û çendîn xelat wergirtibûn.

Xelatên ku wergirtine:

Xelata Weqfa Demokrasiya Civakî  (2015)

Xelata Weqfa  Navnetewî a Hrant Dink (2016)

Xelata Odeya Pizîşkan a Amedê ya Demokrasî, Dostayetî û Aşitiyê (2016)

Xelata Konseya Baroyên Ewropa ya bi navê Xelata Mafên Mirov (2016)

Xelata Şaxa Stenbolê ya Mafên Mirov (2016)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin