Suryanîyên Amedê cejna Paskalyayê pîroz kir

Suryanîyên Amedê cejna Paskalyayê pîroz kir

Doh roja yekşemê, (28.04.2019), li Dêra Suryanî Dayîka Meryem a li Sûrê, cejna Paskalyayê hate pîrozkirin.

A+A-

Di pîrozkirina Cejna Paskalyayê ku li gor xaçperestan weke roja bilindbûna Hz. Îsa ya bo asîmanê tê qebûlkirin da, peyamên aştîyê hatin dayîn.

Welatîyan di pîrozbahîyê da mûm pêxistin û dia xwendin.

Herwiha hêkên rengkirî hatin şikandin û ayetên Încîlê hatin xwendin.

Kêşeyê Dêra Suryanî ya Dayîka Meryemê Yusuf Akbulut da zanîn ku 50 roj, rojî tê girtin û piştî rojîyê jî Cejna Paskalyayê tê pîrozkirin. 

Digel welatîyan, Serokê Komeleya Navenda Adaptasyon, Rehabîlîtasyon û Xizmetên Civakî bo Mexdûrên Şidet û Îskenceyan M. Yavuz Bînbay jî pîrozbahî temaşe kir û got Cejna Paskalyayê ku ji Rojhilata Navîn derçûye û gihîştîye heta Ewropayê û hêvî ev e ku aştî û biratîyê bîne mirovahîyê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin