Sûriye: Divê hêzên dagirker ên Amerîka û Tirkiyê vekişin

Sûriye: Divê hêzên dagirker ên Amerîka û Tirkiyê vekişin

Sûriye: Divê hêzên dagirker ên Amerîka û Tirkiyê vekişin

A+A-

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad ragihand, “Divê hêzên dagirkar ên Amerîka û Tirkiyê ji Sûriyê vekişin.”

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad di hevpeyvîneke taybet de li gel du televîzyonên Sûriyê, rewşa hebûna serbazî ya Amerîka û Tirkiyê li Sûriyê, HSDê û dawîn pêşhatan kir.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad dibêje, “Sûriye dest ji perçeyekî axa jî xwe bernade. Sûriyê pêdagir e ku li ser hemû axa welat terorê bidawî bîne.”

Feysel Miqdad daxwazek ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî kir û got, “Divê HSD peywendiyên xwe yên li gel Amerîkayê bidawî bîne.”

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê jî gotara xwe de daxwaz kiribû ku leşkerên Amerîka û Tirkiyê ji Sûriyê derkevin.

Wezîrê Derveyê Sûriyê, Enqerê li dijî Sûriyan bi sûcên şer, qutkirina ava vexwarinê û "Tirkkirina" mirovên ku li axa "dagirkirî" yên Sûriyê dijîn tawanbar kiribû û gotibû, “Dagirkirina axa Sûriyê ji aliyê artêşa Tirkiyê û Amerîkayê ve bi behaneyên nebawer û talankirina çavkaniyan, divê demildest û bê şert û merc bê rawestandin.”

Wezîrê Derve yê Sûriyê gotibû ku ew dê leşkerên Tirkiyê û Amerîkayê ji welat derxin û wiha berdewam kiribû, “Çawa ku me terorîstan ji piraniya axa Sûriyê paqij kir, em ê bi heman israr û biryardariyê, bi karanîna hemû rêgezên hiqûqa navneteweyî, dagirkeriyê bi dawî bînin.”

Herwiha Feysel Miqdad gef li Rêveberiya Xweser û HSD jî xwaribû û gotibû, “Em kêmineya cudaxwaz a li Bakurrojhilat li hember xewnên ku ji aliyê Sûriyan ve têne redkirin, hişyar dikin. Çimkî ji ber van xewnan yên cudaxwaz xwe li qada hêzên ku li dijî yekîtiya Sûriyeyê komployê dikin, dibînin. Baweriya bi hêzên derve xapandin e.”

Derbarê vegerandina penaberên Sûriyê de jî Feysel Mîkdad gotibû, "Me bi zelalî eşkere kir ku deriyên Sûriyê ji bo hemû penaberan heta ser piştê vekiriye ku bi ewlehî û dilxwazî vegerin welatên xwe."

Li gorî daneyên Netewên Yekbûyî ji 2011an vir ve li Sûriyê di şerê navxwe de zêdetirî 350 hezar kes jiyana xwe ji dest dane. Lê tê pêşbînkirin hejmara rasteqîn gelek jê zêdetir e.

Li Sûriyê di şerê navxwe de 23 milyon kes ji cih û warên xwe bûn û 50 milyon kes jî reviyan derveyî welat.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin