Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Şûjin

A+A-
 

Hinek babet hene, ne di teqla hunermendî û rewşenbîrî de ne. Ev jî dilê me kurdan diêşîne. Rewşenbîrên Kurdan, ji bona piştevanîyek xurt, divê li stara dîwarên qewî negerin û pişta xwe nedin hêzê û kurkê rewşenbîrî li xwe nekin. Bawerîya wan bi wan bêt û serbilindîya wan her, berhemên wan, rola wan û rewşenbîrîya wan be...

Li ser astek ezezîya xerab, bi kompleks û rû berbi xwedîhêzan ve, ramana azad û bingeha rexnê nayê parastin. Rewşenbîr û hunermend ku, li ber hêzdaran  stûxwar û deyndar bin, nikarin bibin gerantîya raman û rexna azad! Ev helwest, asta rewşenbîrî û bîr û bawerîya di derheqa rewşenbîran de bibirîn dike.

Rewşenbîr, divê ji ezezî û kompleksan, ji kesên bibandor, ji hêz û partîyan dûr bin û bi mesafe bin. Dema ku rewşenbîr û hunermend pişta xwe bidin hêzê, ew êdî di bin bandora hêzê de ne û azadîya xwe a ramanê wenda dikin.

Li Bakurê Kurdistan vê helwestê, derbek mezin li "rewşenbîrî ya biraman azad" xist.

Di destpêkê de PKK wek mîknatêzê ew kişandin nav bandora xwe. Di nav wê bandora bihêzîtîya PKK de kesên ku digotin "em rewşenbîr û hunermendin"(!) hatin xesandin û bûn sebebên ku bîr û bawerîyek "ramana azad" li Kurdistan û dîyaspora dernekeve holê û nebe xwedî bandor.

Li ser serokê PKK stran çêkirin, nivîs û roman, helbest derxistin. Bi hawayekî nedîtî, pênûs û avaz ji bona "bijî bijî serok Apo, Apo Apo Apê me, serokê me, Şêrê Îmralî, roja me"(!)hat bikar anîn. Êrîş anîn ser kesên ne bi wan re û xwestin ku herkes bibe wek wan. Bandorek wilo derket holê ku pênûs sekinî, awaz qut bû û rexne ji holê rabû. Bi rewşek ku, "kî di nav kerwanê me de cîh negire wê afaroz bibe"(!)

Hestên rewşenbîrî di vî warî de derbên mezin xwarin. Bawerîya li ser rewşenbîr û hunermendan birîn bû.

Bi sîvana xwedî hêzan rewşenbîrî nedibû û ramana rewşenbîrî a azad bi vî haweyî nedihat parastin.

Îro Kurd êşa wê derbê dikişînin. Kurdistan ji kursîya rexna azad mahrûm bû. Pênûs di xizmeta îdeolojîyek fermî, di bin bandora xwedîhêzan de, stûxwar ma.

Piştî PKK, Başûrê Kurdistan jî bihêz û bibandor bû. Hinek rewşenbîr û hunermendan rêya xwe guhertin. Rahiştin tembûr û pirtûkên xwe, pênûsa xwe xistin destên xwe û li ber derîyên hêz, partî û sazîyên Başûrê Kurdistan, destên xwe li ser zikên xwe danhev û ketin dorê(!)

Ev helwest jî stûxwarî ji "ramana rewşenbîrî a azad" re anî. Piştgirîya gavên siyasî û parastina ramanên Kurdewarî, Kurdistanî û xwesipartina hêza bi bandor, ne eynî wate ye. Heger rewşenbîr bixwazin rolek rewşenbîrî bilîzin; divê rewşenbîr li gor vê rola xwe, xwedî şexsîyet, xwedî bandor û xwedî raman bin ku, tayên edaletê, ramana azad bibandor di nav gel de bikaribin bihonin û şên bikin. Bikaribin bi rola xwe pêşî li çareserkirina pirsgirêkan vekin û bibin dengê vîcdanê netewa xwe.

Di dema qeyranên siyasî yên Başûrê Kurdistan de, rewşenbîran nikarî bûn rola xwe bilîzin. Ji ber ku rewşenbîr bi raman ne azad bûn û bi destê xwedîhêzan pênûsa wan hatibû kirêkirin. Dara netewî bi ramanên azad û hestên niştimanî tê avdan. Ku ev tinebîn ew mala netewî, ji parastina ramanên azad bêpar dimîne.

Ji bona ku rewşenbîr bi ramanên azad, bi hestên kurdewarî rewşenbîrîya xwe bibandor bikin, hewcedarîya rewşenbîr û hunermendan bi hêzê tine ye. Ramana wan a azad bi xwe hêz e. hêza bibandor rewşenbîr û hunermendan bipêş de nabe. Wan dixe bin bandor û xizmeta xwe û bêqîmet dike.

Divê hunermend û rewşenbîrên kurdan, parêzgerê ramanên azad bin. Parêzgerê xwedî çeka rexnegirî bin. Dema ku rewşenbîr û hunermedan bingeha rexnê û azadîya ramanê wenda kirin; tê wateya ku bandora xwe jî wenda kirîne û ji  rola rexnê mahrûm mane.

Îro li Kurdistan, ev stûxwarîya "ramana azad" ji van sebeban tê. Divê rewşenbîr û hunermendên Kurdistan, xwedî li postên xwe yên azad derkevin û biparêzin, ku raman hîn bêtir bêqîmet nebe. Rewşenbîr û hunermend ku vî rolê xwe nikaribe biparêze, nikare rexnegir be jî.

Têkoşîna Rizgarîya netewî, di geşkirina ruhê netewî de ye û ev bar jî li ser pişta Rewşenbîra ye.

14.06.2017

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin