Strana Semyanî ya "ALO, ALO!"

Strana Semyanî ya "ALO, ALO!"

.

A+A-

Semyanî di muzîka xwe de şêwe û rengên rojavayî bikar tîne. Ji ber wê mirov dikare bibête ew di nava lêgerînekê de ye. Ev lêgerîna wê xwe di vîdeo-klîb û naveroka stranên wê de jî diyar dike.

Semyaniyê Perîzadeyê demeke dirêj e li ser medyaya civakî behsa vîdeo-kîba xwe dikir. Beşeke ji vîde-oklîbê jî weşandibû. Di 21ê Kanûna Pêşiyê de jî ev vîdeo-klîb weşand. 

Navê strana Semyaniyê “ALO” ye. Ev single-a wê ya duyem e ku bi kurdî ye. Beriye niha bi navê “Xewneke Berevajî” strand weşandibû. Helbet beriya vê jî single dueteke bi nave “I Am Fire” heye. Di wir de tevlî Sandra Alesandraya Silemaniyeyî bi ingilîzî distirê.  

Semyanî di muzîka xwe de şêwe û rengên rojavayî bikar tîne. Ji ber wê mirov dikare bibête ew di nava lêgerînekê de ye. Ev lêgerîna wê xwe di vîdeo-klîb û naveroka stranên wê de jî diyar dike. Ew di her stran û klîpeke xwe de tiştên cida diceribîne. 

Ji ber wê ye ku “Xewneke Berevajî” bi şêweyên muzîka dijîtal amade kiribû. 

Di wê stranê de R&B, Hip-Hop/Rap û hinek jî arabesk hebû.

 “ALO” yek ji van ceribandinên Semyaniyê ne. Wê di vê stranê de jî bi şêweyê funkê stran straye. Vîdeo-klîpa xwe jî bi profesyonelî amede kiriye. 

Wê di stranê de biwêj û gotinên pêşiyan bi hevokên xwe re têkel kiriye. Li gorî gotina wê, wê bi hin hevokan lîstiye û bi wan hevokên nû bal kişandiye ser jineke bîseksuel. Ji ber wê jî ji derveyî qalibên heyî yên civakê ye, hunera wê, liv û tevgera wê. Lê  dibêje, çavkaniya vê helwesta wê, liv û tevgera wê, jinxasên dîroka kurdan in û ew dixwaze van jinxasên tên jibîrkirin, bi nifşê nû re bide naskirin. Semyanî di muzîka xwe de sekn û helwesta xwe ya femînistî nîşan dide. 

Ji ber van hemû sedeman e ku wê di hevpeyvîna xwe ya bi Vahdet Ûçarê re kiriye de, gotiye "klîba min cüretkar e."

Derbarê Semyanî Perîzadeyê de

Di sala 1981ê de ji dayîk bûye. Tevlî wê 11 xuşk û bira bûne. Zaroka biçûktirîn a malbatê ye. Xwe weke miroveke "bakurî" dide naskirin. Di salên 1992-1993yê de ji neçarî koçî Mêrsînê kirine. Ji ber wan şert û mercan nekariye perwerdeya xwe berdewam bike. Lîse bi awayê perwerdeya ji derve qedandiye.

Li Mêrsînê demekê di nava Civaka Şanoyê ya Merhaba Sanatê (Merhaba Sanat Tiyatro Topluluğu) cih girtiye. Yaşar Eskin, serrejîsor û yek ji avakarên Mersin Opera Baleyê dersên lîstikvaniyê dîtiye.

Bi xeyala ku asta xwe bilindtir bike sala 2009ê hatiye Stenbolê. Li Weqfa Operayê ya Semiha Berksoyê dersên lîstikvaniyê ji Semîha Berksoyê girtiye. Li gel van dersan dersên şanê ji Carmen Yeşiltepeyê girtiye. Perwerdeya xwe ya lîstikvaniyê bi serkeftî berdewam kiriye. Dersên wê yên şanê li bal Carmen Yeşîltepeyê berdewam dikin.

Perîzade her weha dersdara yogayê ye û perwerdeya Rêberdiya Dramaya Afirêner dîtiye.

Gelek projeyên televizyonan çêkiriye. Weke afirêner, çêker, editor, pêşkêşvan û koordînator kar kiriye. Di kurtefilmê "Peşk" ê Volkan Uludagî de lîstiye ku di heman demê de weke dramaturg û derhenêra hunerî jî kar kiriye ji bo heman filmî. 

Çavkanî: Bîanet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin