Stoltenberg: Hevdîtina Mesrûr Barzanî-Recep Tayyib Erdogan girîng bû

Stoltenberg: Hevdîtina Mesrûr Barzanî-Recep Tayyib Erdogan girîng bû

Sekreterê Giştî yê Hevpeymanîya NATO Jens Stoltenberg, hevdîtina Serokwezîrê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Serokomarê Tirkîye Recep Tayyip Erdogan bi girîngî wesf kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Jens Stoltenberg li paytexta Belcika Brukselê di konferansa rojnamevanî de bersiva pirsa Nûçegîhanê K24 da û dîyarkir: Em piştgirîya dîyaloga sîyasî ya herêma Kurdistanê ligel welatên cîran dikin”.

Sekreterê Giştî yê Hevpeymanîya NATO di vê çarçoveyê de, hevdîtina Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Serokomarê Tirkîye Erdogan bi girîngî pênase kir.

Stoltenberg herweha anî ziman, ku NATO piştgirîya çareserîya sîyasî li Sûrîye dike û pêwistîyek zêde ya dîyaloga sîyasî li wî welatî heye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin