Siyasetmedar Osman Baydemir, hilbijartin û siyaseta li bakurê Kurdistanê nirxand

Siyasetmedar Osman Baydemir, hilbijartin û siyaseta li bakurê Kurdistanê nirxand

.

A+A-

Şaredarê berê yê Diyarbakirê û Parlamenterê berê yê HDP, li Enstîtuya kurdî ya Parîsê, di 20 Gulanê de semînerek li ser hilbijartinên li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê da û rewşa siyasî ya Kurdan nirxand.

Di civîna ku gelek Kurdên Parîsê û dostên wan ên Fransiz amade bûn de, Osman Baydemir bi kurdî axivî û parêzer Sêvê Îzol jî axavtina wî ji bo mêvanên fransiz wergerande fransizî. Piştî nirxandineke giştî birêz Baydemir got, “ Li Tirkiyeyê azadiya fikrî tineye, miletê kurd divê çi bike? Ez bixwe bûme şahid, kesên ku di bo dengê xwe dane HDP, mişahidiya wê li ser sendoqan kirine hatine kuştin. Di hilbijartinan de gelek sextekarî çêdibin, kesên ku dengê xwe didin paritiyekê paşê dibînin ku dengên wan çûne ji partiyeke din re. Li welatên pêşketî hilbijartin weke cejn û mîhrîcanê derbas dibin, lê yên me bi şer û pevçûnê dest pê dikin û diqedin. Ji 2015-an ve AKP û rêxistinên din ên îslamî hebûna xwe li ser tunekirina Kurdan ava kirine, wan ji Kemalîstan bêtir zilm kirin. Ez ji 2002-yê de parlamenterê HADEP û paşê HDP-ê me, gava me propaganda dikir daxwazên me û yên AKP-ê weke hev bûn. Me jî demokarsî, azadî, wekhevî û rêzgirtina mafên merivî dixwest, wan jî dixwest, lê niha li dijî her mafekî demokratîk derdikevin. Êrîşî Kurdan dikin, bi deh hezaran endam û sempatîzanên me di hefsê de ne. Ti sûcê hevalên me tuneye, ew bi tenê dixwazin gelê xwe temsîl bikin.”

Baydemir li ser hevkariyên HDP-ê yên bi partiyên din re jî wiha got :” Îtifaqa YSP-ê ya bi TIP-ê re bû sebeba kêmbûna dengên wê. Ji aliyê din ve deng hatin dizîn, ji ber ku sîstema hilbijartinan nedemokratîk e. Li seranserê Tirkiyeyê 200 hezar sendoq hatin vekirin, ji bo xwedêgiravî paraztina wan jî 7 hezar karmend, polîs û esker hatin wezîfedar kirin. Wan bi kaxezên peywirdariyê dengê xwe dan, xwedê zane çend caran dane. Encama heyî ne bidilê me ye û me ditirsîne, pêşeroja me tarî ye. Dibêjin MHP-ê ji sedî 10-ê dengan girtiye, ev yek nerast e, sextekarî ye. Erdogan bê hilbijartin wên hîn hartir bibe, êrîşî hemî Kurdan bike. Wî ji me re rêyeke din nehiştiye, divê em li dijî wî derkevin. Ji bo gelekî partî û rêxistin wasite ne, di rewşa heyî de kî bê hilbijartin wê ji bo me tiştekî zêde neke. Lê CHP bê hilbijartin wê deriyê dojehê bê girtin, girtî bên berdan, mafên mirovî neyên bin pê kirin. Em her du aktoran jî nas dikin, lê propagandaya AKP li dijî Kurdan e, Kurdan weke terorist dibîne. Kî bahsa mafê Kurdan bike, wan bi hevkariya biterorîzmê re tawanbar dike. Mixalefet jî ji bo xwe bide îsbat kirin, ji wan xerabtir dike.”

 Ji bo hilbijartinên 28-ê gulanê jî Baydemîr got, “ Heke rê li ber dizî û sextekariyê bê girtin, Kiliçdaroglu dikare derkeve. Niha piraniya parlamentoyê di destê AKP-ê de ye, heke serokayetiyê jî bigre deriyê dojehê vedibe. Kurd mecbûr in ku stratejiyeke hevbeş pêk bînin, divê em dersê ji dîroka xwe bigrin, Şêx Seîd, Seyid Riza û yên mayî ji bîr nekin. Divê em nekevin nav şerê her du partiyên Tirkan, em xeta sêyem pêk bînin. Gava şer li Enqere û Stembolê pêk tê dibêjin şerê desthilat û mixalefetê ye, gava li Diyarbekirê be dibe şerê terorê. Ji bo deriyê cahnimê bê girtin divê em dengê xwe bidin.”

 Li ser îtifaqa di nabbera kurdan de jî got, “ Heta em îtifaqa xwe ava nekin em ê bibin xulamê xelkê. Erdhejê em nekûştin bêdewletiyê, bêdesthilatiyê em li Mereş û Semsûrê kuştin. Heke tu xwediyê mala xwe bî, tu yê karibî xwe biparêzî...”

Civîn bi pirs û bersivan û bi kokteylekê bidawî hat. .

Rûpela Nû Fransa

Yakup  Karademir 

6-1-001.jpg2-2-001.jpg

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin