'Şivan'ê fîlmê "Kerî" yê Yilmaz Guney mir

'Şivan'ê fîlmê "Kerî" yê Yilmaz Guney mir

Filmê 'Yol' di 1982ê de li Cannesê Xelata Zêr wergirtibû û Yilmaz Guney bi vî filmê xwe li dinyayê deng vedabû.

A+A-

Artîstê tirk Tarik Akan (66) di 16.09.2016ê de ji nexweşîya kanserê canê xwe ji dest da. Tarik Akan artîsekî naskirî yê tirk bû û di sedan filman de rola sereke listibû.

Tarik Akan di 1978ê de di filmê Yilmaz Guney ê bi nav û deng  'Sürü' (Kerî) de bi navê 'Şivan' serekrolê de listibû û di filmê 'Yol' (Rê) de bi navê 'Seyîd Elî' jî rola sereke de cîh girtibû. Babetên herdû fîliman jî li ser jîyana kurdan bû.

Filmê 'Yol' di 1982ê de li Cannesê Xelata Zêr wergirtibû û Yilmaz Guney bi vî filmê xwe li dinyayê deng vedabû.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin