Şivan Perwer û Êzîdî

Şivan Perwer û Êzîdî

Ev alozî ҫawa rû da? Şîvan Perwer di Video de axavtinek kirîye, di axavtina xwe de bahsa Êzîdîya kirîye. Piranîya Ezîdîya ev xeberdan tev şaş fehm kirine. Baş guhdarî nehatîye kirin.

A+A-

foto-cevdet.PNGEv ҫend rojên alozî, gengeşî û erîşê mezin ji alên hinek kesên Êzîdî ve tên ser Şîvan Perwer. Hinek kes bi makûl û bi edeb rexne li Şivan dikin. Ҫikas rexnê wan rast bin an ne rast bin, ev tuştekî dine, lê ew bi edeb tev digerin.  

Ji xwe ew awên ku erîş û tehdîta anîne ser Şivan, ew nahin qebûl kirin û cîhê şermezekirinê ye. Û ew kesên ku ҫêr û tamsarî kirine, ew şerma wan kesa bi xwe. Merovekî hej şeref û namusa xwe bike, tucar ҫêra bi şeref û namusa yekî din nake. Ev wisa ye. Min yeke yekî Ezîdî gelek şerm kir, bi cihaltî, bi nezanetî û bê edebî ya hinek kesên mixabin di nav civaka me Ezîdîya de ne. Ma ev kesên bê exlak civata me Ezîdîya temsîl dikin ? Qet na û hîҫ na. Ew şev û roj Life-Video ҫêdikin, ҫêr û tamsarîya pêştir tiştekî din nakin. Ev kes ne zanîna wan heye û ne xwendina wan heye, kese bê serî bê mejî ne, û wisa zirarek mezin  didin civata me. Ew kes tucar nikarin Nameyekê binivsînin, newma jî tenê Life-Video ҫêdikin. Ҫivata me bi piranî, civatek makul û paqîje, civata me xweyê kultur, edebek û dîrokek gelek mezine. Em desturê nadin tu kesê nava xwe û derveyî xwe, ol û civata me rêş bike. Ez rexne ewilî li komel, rêxistin û rewşenbîrê  me Ezîdîya dikim, ku ûn bê deng dimînin. Tu kes ji we û ji me bawer nake, gavê em basa nehekî, zilm û zora ku li me bûye bikin, lê gavê hinek kesên ji civata me rabin nehekîyê li hinek kesên din bikin û şeref û namusa wan bînin ser pênҫ kuruşa û em dengê xwe li wan nekin. Ez sipasî mamoste Eskerê Boyîk û Eyyup Kurt dikim, ku ew li hemberî wan bê edebê di nav me de derketin.

 

Ez werim ser meselê. Ev alozî çawa rû da? Şîvan Perwer di Video de axavtinek kirîye, di axavtina xwe de bahsa Êzîdîya kirîye. Piranîya Ezîdîya ev xeberdan tev şaş fehm kirine. Baş guhdarî nehatîye kirin. Ҫend gotin tenê ji xeberdana wî girtine, anjî tenê ҫend gotin ji hevok û mijara wî birîne, hinek kes bi zanebûn û dibe hinek kes jî ne bi zanebûn ev yek kiribin. Gontinê wî manupule kirine, yanî wan gotinê wî ser xal û ji mijara ku wî bahs kirîye radikin û bi maneyek din bi gotinê din ve girêdidin û gor  xwesteka xwe derdixin. Dibêjen. Şivan Perwer gotiye: “Êzîdî Faşistin“ û „Êzîdî ne Insanin“. Û dest bi erîşa dikin. Ka em birênin, wî ev tişt gotîye? Ez dibêjem na, negotîye. Ev gotin ne bi vî rengî gotîye.

Em li xeberdana wî guhdarî bikin.

 

Sivan Perwer: “Di nav Êzîdîyê me de mesele dibêjen, em resenî ne, em kurdê heqîqî ne, em kurden rastirin. Ser Ҫava. Em ew Kurdê rastîn, destê wan maҫ dikin. Em didin ser serê xwe. Em birayên hevin.“

 

Ev gotin, hewceyî şirove kirinê ye. Na, Şivan rêz û hurmetê ji Êzîdîya re digire.

Şivan wisa dom dike:

We hîştîye Kurden Êzîdî her gav fermana û şerpeza bikevin. Û serê Kurdê misilman jî kelerext kirine ku erişî birayên xwe dikin.”

Ma ev jî ne vekirî li dijî nehekî, zilm û zora ku li Êzîdîya dibe, derdikeve.

Şivan ku di virde ku ewkas vekirî, piştgirî, hûrmet û rêz ji Êzîdîya re digire, ê çawa rabê ҫend hevok dure, Êzîdîya reş (faşist, ne Insan) nişan bide?

Em werin hedî hedî ser gotinê wî ê kû faşist, ne Insan bi kar anîye.

Şivan:

“ Islamê dibê, yek misilmanî berde, welah xwîna wî helale, gerek were kuştin.

Êzîdî dibêjen, kese Êzîdayetîyê berde, xwîna wan qirêje, edî nikarin bibin Êzîdî. Ev ҫi felsefe ye, ev ҫi felsefeye, ya. Keҫek Kurda Êzîdî ji kurdek misilman hez dike, dibêjen qetila wê helale. Dikujîn bi kevira, ev ne faşizme? Faşizim e. Kê vê biryarê dide? Insanin vana? Ne Insanin. Na.”

Di vir de Şivan hîҫ gotina “Êzîdî” di hevokê de nayne ziman. Ew Gotina “faşizim û ne însanin”, ji bo wan kesên ku keҫa Êzîdî Dua bi kevira kuştin, bi kar tîne. Cardin dubare “Dikujin bi kevira, ev  … Faşizime… Ne Insanin “

Şivan kuştina însana  bi kevira faşizim dibîne û ew kesen ku van kiryara dike, ne Insan dibîne.

Di virde tiştekî şaş ez nabînim. Kuştina însanekî, kê dibe, bira bive, sebeb ҫi dibe, bira bive, heq nade tu kesî, tiştekî wisa hov bike. Ez jî dibêjim, ev hovîtîye belê faşizime. Me hingê ji ev bûyera Dua şermezar kir û her tim jî emê bikin. Me Êzîdîya ji vê bûyerê zirarek mezin jî dît, imiҫa me û navê me li dinê de xirab derket. Di vî ruhî de 24 kesên Êzîdîyê bê suc û bê sebeb li Musil hatin qetil kirin. Ew kesên ne însan û bê akil ku ew bûyer pêk anîn, dişibin wek van însanê îro ku ҫêr û kûfirîya bi Şivan dikin. Em desturê nadin wan kesa ku cardin civata me Êzîdîya ber xirabîyê ve bivin. Em bi hevî ne Sivan Perwer jî bi akil tev bigere û nehê provekasîyona van kesê bê edeb.

Ez di virde gazî Adnan Xeravayî dikim, ji ber ew yek ji ê ewilî bû ku Şivan şaş fehm kiribû, û bersîva Şivan dabû. Ew rabe baş vê nivîsê bixwûnê û Video yê Şivan guhdarî bike, û bi xwe şaşîya xwe bivîne. Duhre ew wê mezintayîyê nîşan bide, qisura xwe ji Şivan bixwaze. Ez bawerim hingê ev mesele ê ber bi aramîyê ve here. Adnan ilmdarek me yî mezine, rûmet û qedirê wî di nav civata me Êzîdîya de gelek heye. Gelo ew ê vê mezintayî nîşan bide? Ji merovê mezin tiştê mezin tê xwestin. Emê binherin…..

 

Ҫend gotin ser daweta bûk û kurê Osman Güden - Ҫîrokek zindî

 

Navê bûka Osman Güden Berîvane. Bav û dîya Berîvan kurden misilman in. Lê welatperwer in. Gavê xwedê keҫek dide wan,  navê wê datînin Berîvan. Navê  Benefş Agal kû navê we yê rexistinî Berîvan bû, li keҫa xwe dikin. Berîvan (Benefş Agal) li Cizîrê şehîd dikeve, doktor wê kontrol dikin ku hê qîs bû. Qahremantî û paqijîya Berîvan (Benefş Agal)  bandorek mezin li wan dike. Di wê demê de, kêm jin di nav Girila de hebûn. Bav û diya wê zanîbûn Berivan ( Benefş Agal) Êzîdî bû, li cardin jî bi serbilindayî û bi kêfxweşî navê keҫa xwe datînin Berîvan. Hê Berivan di ҫilrojîya  xwe de ye, xalê wê, birê diya wê, ji xwîşka xwe re dibêje: “Navê keҫa te pîroz be, navekî xweşe, welah Êzîdîyê ser vê keҫê xwe qir bikin û ê ji  te bistînin.” Hingî hê ji piҫukayîya xwe ve Berîvan delal bû. Xalê wê bi erenî vê gotinê dibêje. Bav û diya Berîvan ji bo navê wê, wê bi şeranî û bi delalî mezin dikin. Ew keҫa xwe bi hemû mafê azadîyê perwerde dikin. Ji re hemû rê û imkanê azadîyê vedikin. Berîvan jî dizane navê keҫek Êzidî lê kirinê û bîyografîya Berîvan ( Benefş Agal) baş dizane. Ew jî dixwaze layîkî navê Berîvan be û ew jî bi edeb û paqij tevdigere. Fermanê Şengalê zêde zora Berîvan diҫe. Ê wê ne tenê wek însan, wek keҫek kurd zora wê diҫe ku tiştê Daiş tîne serê xwîşk û birayên wê kurdên Êzîdî. Ew dibêje, navê keҫek Êzîdî li mine, firkê hiҫ naxe navbera xwe û keҫên Êzîdî ê ku bi zorê li sûka tên firotin. Fermanê Şengalê wê gelek xemgîn dike û kulek mezin dixe dilê wê. Ew xwe ji wê rojê virde zêde wek keҫek kurdê Êzîdî dihisbîne. Ne navê Berîvana keҫa Êzîdî lê ye. Qismet wisa ҫi dibe, dilê wê dikevê xortekî Êzîdî, kurê Osman Güden. Dilê kurê Osman jî dikevê. Herdû hez ji hev dikin, soz û ad bi hevre didin, ku ҫi dibe bira bive, ҫi astengî heben jî, ew dev ji hev bernadin. Kurê Osman, Ridwan ji bavê xwe û ji dîya xwe re meselê dibêje. Osman Güden û hevjina xwe bi tundî ewilî hemberî kurê xwe disekinin. Û hîҫ qebûl nakin. Dikin û nakin kure wan jî dev ji Berîvan bernade. Ridwan soz dayê, hez ji Berîvan dike. Lê bêdilîya bav û dîya xwe jî nake, Berivan  narevîne. Dixwazin ev kar bi aramî û bi edebî serbikeve. Pênҫ sal ev alozî û dijberî di navbera kurê Osman û malbata wî de dajo. Penҫ sal. Hemû hewldanê Osman û hevjina wî pere nakin. Berivan û Ridwan dev ji hezkirina xwe bernadin.

Rojek Berîvan bi xwe tê mala Osman Güden. Ji re dibêje: “Apo, ҫima tu min bûka xwe qebûl nakî? Apo, ez hez kurê te dikim, ew jî wisa hez ji min dike. Tu dizanî navê min Berîvane, navê keҫek Êzîdî bav û dîya min li min kirine. Ez hê derguşê de bûm, xalê min, ji dîya min re gotîye, welah Êzîdî ê vê keҫa te ji te bistînin. Hê ez di dergûşê de bûm,qedera min bi kurek Êzîdî re hatîye kifşkirin. Duh fermanê Şengalê min xwe Êzîdî dihisband. Dibe newma be jî dilê min ketîye xortekî Êzîdî. Êzdayî bawerîya pêşîyê me kurda teva bû, bawerîya kal û bapîrên min bû jî. Ez dixwazim cardin werim ser bawerîya kal û bapîra. Bejê min, ҫima tu min qebûl nakî?”

Osman jî gelek difikire, û soz dide, dibêjê, ma ev tev tiştê ku tu dibêjî, bav û dîya te jî qebûl dikin?

Bav û dîya Berîvan ji re dibêjen, Berîvan tucar me bê dilîya te nekirîye. Em îro jî û di zewaca te de jî bê dilîya te nakin. Tu çawa rast ji xwe re bibînî , em qebûl dikin. Tu azad î, tu çawa kirara xwe bidî tu serbestî. Me te azad mezin kirîye, tu mezinî, gavê tu azad qirara xwe bidî, yekî Êzîdî bikî û herî ser bawerîya Êzdayî, em jî emê vê qirara te qebûl bikin û pirsgirêka danaynin. Osman jî naxwaze bi dizî vî karî bike û naxwaze bûka wî wek siwîya bi kurê wî re bizewce. Dawetek piҫûk ji bo xatirê Berîvan cêdike. Mara bûk û zavê jî li gor edetê Êzdayî te birîn.

 

Bi seda keҫê me Êzîdîya li duh misilmana ketine, em tejikê sor li pêşîya wan datînîn, zilam û zarokê wan re em dibêjen, zavê me û xwarzîyê me. Em ji wan re xwe dikin binerd.

Gelo em ji Berîvan û ji kurê Osman re jî hima hinek merhemet û Toleranz nîşan biden ê ҫi bive…?

 

Du gotinê min ji Berîvan re.

Berîvan rêzgirtina min ji bav û dîya te re bê hidûd heye.

Cesaret mezin li ser xwezûrê te ye û qîmetek mezin daye te.

Ji bîr meke.

Nivîskar: Cevdet Tuku

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum