Şivan Perwer: Heta dijmin me bihêz nebîne dê bi tank û topan êrişî me bike

Şivan Perwer: Heta dijmin me bihêz nebîne dê bi tank û topan êrişî me bike

Hunermendê navdar ê Kurd Şivan Perwer ragihand ku heta ku dijminên Kurdan wan bihêz nebîne, dê ligel wan nerûne û bi tank û topên xwe êriş bike.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Hunermendê û stranbêjê navdar Şivan Perwer beşdarî bultena taybet a Rojavayê Kurdistanê li Rûdawê bû û bersiva pirsên bêjerê Rûdawê Imer Kalo yên derbarê xebatên platfoma hunermendên Kurd bo yeketîya netewî de da.

Şivan Perwer got: “Miletê Kurd mileteke gelek fedakar e, çi warî sîyasî, hunerî yan jî civakî be amadeye xwe bide li ber. Eger kar û xebat bi awayeke rêkûpêk bimeşe miletê Kurd jê re amade ye. Gelê Kurd her tîm amade ye xwe rêkbixe. Partî, tevger û hêzên sîyasî ji bo gel her tim girîng in, çimkî ew paşeroja gel damezrînin. Lewma partîyek an jî tevgerek nekare xwe di nav gel de rêkbixe dê her tim di cihê xwe de bimîne û bibe lîstika dijminan.”

Bi gotina Şivan Perwer sedsala 20 bo Kurdan biêş û bi karesatan derbas kir û di destpêka sedsala 21ê de ew miletên hatine perçiqandin ji bilî Kurdan hemû bûne xwedî statû û dewlet, lê hêj Kurd nebûne xwedî otonomî û derbarê vê yekê de got: “Bê guman em vê kêmasîyê nakin sûçên hareket û partîyên sîyasî, jixwe dijmin rênade yekîtîya me. Kurdistan weke welateke biheştê ye û her tiştê wê heye û çavên dijmin her tim li ser welatê me ye. Ji alîyê din ve, çavên cîhanê jî li ser Rojhilata Navîn e, û dixwazin her tim ev herêm di nav şer de be û şerê hev bikin daku bikarin çekên xwe bifiroşin û li gor berjewendîyên xwe dîzayn bikin.”

Derbarê netewbûna Kurdan de Şivan Perwer dîyar kir ku Kurdan pêvajoya netewbûnê derbas nekirîye û wiha domand: “Li ser Kurdan hêj ruhîyeta fedeolizîm û koletîyê heye û rewşa perçebûnê berdewam e. Te bivê-nevî ev yek bandore li ser xebatên hunerî û çandî jî dike.”

Hunermend Kurd destnîşan kir ku “Kurd mileteke hûnerî ye” û bi salan êşên û zehmetîyên xwe bi hûnerê anîye ziman û got: “Hunera Kurdistanê gelek dewlemend e, çawa Îranîyan bi edebîyatê û Ereban bi felsefe û Tirkan bi sîyasetê xwe xurt kirine, Kurd jî bi hunerê xwe xurt kirine.”

Derbarê rewşa û xelkê Rojavayê Kurdistanê de Şivan Perwer dibêje: “Gelê Rojavayê Kurdistanê gelek fedakarî û xizmetkarîya hemû parçeyên Kurdistanê kirine. Xelkê Rojavayê Kurdistanê hişyar û welatperwer e. Ev vê rewşa niha ya xirab heq nakin. Li wê derê gelê Kurd nêzîkî wê yekê bû ku weke Herêma Kurdistanê bibe xwedê statûyekê, lê êriş li hemberî wan hat kirin. Vê yekê ez gelek êşandim.”

Di berdewamîya axavtina xwe de Şivan Perwer da xuyandin ku dibe hinek kes bibêjin civak bi îdeolojîyê pêtir dikarin ser bi xwe bê û ew tişteke asayî ye, lê divê ew îdeolojî nebe sedema perçebûnê û wiha domand: “Îdeolojî ji bo xizmeta gel û welatan e, lê eger îdeolojî milet perçe bike, ew ne îdeolojîyeke baş e. Ji ber wê em dibêjin divê hemû îdeolijîyên Kurdan divê netewî û Kurdistanî bin. Li ser vê yekê divê hunermend jî netewî bin.”

Perwer da zanîn ku ev heyameke dirêj e wan dixwest hêzên li Rojavayê Kurdistanê yekîtîya xwe çêkin, bi gotina wî kenê dijmenên Kurdan derfet û wê hêzê bi xwe re bibîne dê êrişê Kurdan bike û ew dibêje: “Eger Kurdan yekîtîya xwe çêkiriban dê îro bihêztir dibûn. Madem bandora hunerê li ser gelê Kurd heye, em hunermend çima dest xwe nedin hev û xizmeta miletê xwe nekin. Îro Rojavayê Kurdistanê di rewşeke gelek teng de ye û çi bixwaze divê em bikin. Divê em xelkê xwe tenê nehêl in. Me sedsala 20 bi vî awayî wenda kir divê em sedsala 21ê wenda nekin. Lewma pêwîtî bi fedekarîyên mezin hene. Divê di warekê de sîyaset û di warekê de hunermend destê xwe bidin hev û hêzeke mezin ava bikin. Bi vî awayî em dê bigihejin encameke baş. Heta dijminê Kurdan wan bihêz nebîne dê ligel Kurdan nerûne û dê bi tank û topên xwe li Kurdan bide.”

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin