Sîsî: Ti kes nikare nasnameya kurdî jinav bibe

Sîsî: Ti kes nikare nasnameya kurdî jinav bibe

Serokê Misirê Ebdilfetah Sîsî radigihîne, ti kes nikare nasnameya kurdî jinav bibe, di salên bûrî de kurd rastî gelek êş û azaran hatine.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serokê Misrê Ebdilfetah Sîsî li Korbenda Xortên Cîhanê li Şerm El Şêx a Misirê di bersiva pirseke keçeke kurd de derbarê mafên pêkhateyan û mafên mirovan li navçeyê de ragihand, ti kes nikare nasnameya kurdî jinav bibe, kurd li ser welatên Sûrîye, Tirkîye, Iraq û Îranê hatine perçekirin û di 60  salên bûrî de rastî gelek êş û azaran hatine.

Herwiha Sîsî got: Tevî perçebûna hatîye kirin, lê ziman, çand û kelepûra kurdî maye, lê samanên kbi şerên navxweyî yên di hundir her welatekî de hatine windakirin.

Amaje bi wê jî da, ligel rewabûna daxwaza gelan, lê niha perçebûna welatan nayê qebûlkirin. Ji bo çareserkirina pirsa kurdî pêwîst e bi rîyên aştîyane bê kirin.

Roja Şemîya bûrî sêyem Korbenda Xortên Cîhanê bi beşdarîya 8 hezar xortî ji tevahîya cîhanê li bajarê Şerm El Şêx dest pê kiribû.

Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin