Sezgîn Tanrîkulu: Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê di meha gulanê de 255 mafê jîyanê hatine binpêkirin

Sezgîn Tanrîkulu: Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê di meha gulanê de 255 mafê jîyanê hatine binpêkirin

.

A+A-

Li gor Raporta Binpêkirina Mafan ya Gulana 2021an li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 255 mafê jiyanê û di bûyerên îşkenceyê de jî 306 binpêkirin çêbûne.

Parlamenterê Stenbol yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Sezgîn Tanrikulu Raporta Binpêkirina Mafan ya Gulana 2021an eşkere kir.

Li gor raportê di Gulanê de 255 mafê jiyanê hate binpêkirin. Di vê çarçovê de di xala “bi dadwerî cezakirin, bêserûber gule berdan, hişyariya rawestandinê” 1, di xala di girtîgehê de mirin 5, di kuştina jinan de 17 û di xala cînayetên li ser kar 232 binpêkirinên mafê jiyanê çêbûne.

Li gor amarên raportê di çarçoveya bûyerên îşkenceyê jî bi giştî 306 binpêkirina mafê rû dane û ji wana 219ê wan raste rast wek îşkence, 87 bûyer jî di çarçoveya li girtîgehê îşkence û kiryarên xirab hatine tomar kirin.

Di raportê de tê diyarkirin ku di çarçoveya azadiya fikir de jî 43 binpêkirin hatine kirin. Di vê çarçovê de 1 rojnamevan û nivîskar hatiye girtin, 3 rojnamevan hatiye desteserkirin, bo 2 rojnamevanan doz hatiye vekirin û 20 biryarê komkirin-ceza-astengkirin çêbûne. Herwiha ji ber diyarkirina nêrîna xwe 13 kes hatine girtin bo 1 kesî jî doz hatiye vekirin û 3 kes jî ji heman tiştî hatiye ceza kirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin