Sezaî Temellî Wê Serdana Herêma Kurdistanê Bike

Sezaî Temellî Wê Serdana Herêma Kurdistanê Bike

Abid Îke ragihand ku Hevserokê Gitşî yê HDPê Sezaî Temellî dê serdana Başûrê Kurdistanê bike.

A+A-

Nûnerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê li Herêma Kurdistanê Abid Îke ragihand ku Hevserokê Gitşî yê HDPê Sezaî Temellî dê serdana Başûrê Kurdistanê bike.

Nûnerê HDPê yê li Herêma Kurdistanê Abid Îke diyar kir ku di 7ê Îlona 2019ê de şandeke partiya wan dê bi serokatiya Sezaî Temellî serdana Hewlêrê bike.

Abid Îke da zanîn ku di nav şanda HDPê ya serdana Herêma Kurdistanê de bike, hejmareke parlemter cih digrin û biryar e ligel rayêdarên Herêma Kurdistanê bicivin û serdana partiyên siyasî jî bikin.

Îke herwiha destnîşan kir ku Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan ji ber neştergerî bûye di nav şanda bê Kurdistanê de cih negirtiye.

Tê pêşbînîkirin geşedanên vê dawiyê yên li herêmê mijara serke ya hevdîtinan be.

Îro şandeke ji jinan pêk tê ya HDPê ku di nav parlamenter jî hebûn gihîşt Hewlêrê û ligel Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê Rewaz Fayiq û rêxisitinên jinan hevdîtin pêk anîn.

Serdana HDPê ya bi serokatiya Sezaî Temellî dibe yekem serdana wê partiyê bo Herêma Kurdistanê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin