Sezaî Temellî: Diyarkerê Çareseriyê Jî, Bêguman Gelê Kurd E

Sezaî Temellî: Diyarkerê Çareseriyê Jî, Bêguman Gelê Kurd E

Hevserokê HDPê ragihand ku çareserkirina pirsgirêkan girêdayî îradeya hevbeş a Kurdan e.

A+A-

Hevserokê HDPê ragihand ku çareserkirina pirsgirêkan girêdayî îradeya hevbeş a Kurdan e.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî ku li Hewlêrê ye, derbarê serdana wan a bo Herêma Kurdistanê de ragihand ku ew gelek kêfxweş in ku li Kurdstanê ne û diyar kir, “Ev demeke dirêj e, tevî şandekê me dixwest ku em bên û vê serdanê encam bidin. Lê mixabin hûn, şert û zirûfên siyasî yên li Tirkiyê dizanin. Di wan şert û mercan de wextê mirov, bi taybetî jî wextê HDPê çênabe. Ji ber ku li Tirkiyê bi awayekî cidî atmosferekî siyasî ya nerênî heye.”

Sezaî Temellî diyar jî kir ku, “Lê tevî van hemû yekan jî, ji bo me girîng e ku îro em li vir bin. Girîng e ku ji ber niha pirsgirêka herî mezin a cîhanê, pirsgirêka Rojhilata Navîn e. Çareserkirina vê pirsgirêkê jî girêdayî îradeya hevbeş a Kurdan, hem li Rojava, hem li Başûr û hem jî li Tirkiyê, ango siyaseta cîhanê li van cîhan tê destnîşankirin. Diyarkerê vê çareseriyê jî, bêguman gelê Kurd e. Lewra weke HDP di warê çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyê û Rojhilata Navîn de, însiyatifekî me ya girîng heye.”

Şanda HDPê bi serokatiya hevserokê giştî yê wê partiyê Sezai Temellî gihişte Hewlêrê û biryar e ligel Serok Barzanî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bicive

Şanda HDPê ji hevserokê HDPê û Parlemanterê HDPê yê Amedê Hişyar Ozsoy û parlemanterê HDPê yê Agirî Bedran Ozturk pêk tê. Civîna wan ya yekem ligel Serok Barzanî ye û wê 4 rojan li Herêma Kurdistanê bimîne û ligel aliyên siyasî bicive.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin