Seyda Mele Umadeddîn koça dawî kir

Seyda Mele Umadeddîn koça dawî kir

.

A+A-

Xwediyê helbesta “Qehremanê esrê bîsta Mustafa Barzanî tû” koça dawiyê kir.
Seyda Mele Umadeddîn an bi navê dinê “Gurdilî” ku mexlesa wî ye, demekî bû ku li bajarê Batmanê li nexweşxanê ji ber Kovid-19 ê tedawî dibû. Xebera koça dawiyê ya Seyda Gurdilî şeva borî an ku 4 siet berê li ser medya civakî belav bû. Seyda Mele Umadeddîn bi xwe ji xelkê Misircê (Kurtalan) ji devera Gurdila ye.


Gurdilî piştî damezrandina PDK a Tirkiyê bi partiyê re dixebitî û berya wî jî her li ser rêbaza Barzaniyê mezin dimeşiya û lewra li ser serok Barzaniyê nemir gelek helbestên wî hene. Kes jimara helbestên wî nizane lê yên çapkirî dîwanekî wî heye.


Seyda Gudilî di medreseyên Kurdistanê de xwendiye û li gundên Kurdistanê melatiyê kiriye lê piştî rehmetî Şerafeddîn Elçî di sala 1978 an de li Ankara bû wezîr, seyda xiste Bayındırlık ê û heya xaneşîn bû li wê derê xebitî.


Helbestên Seyda Gurdilî di babet evînê, xwezayê, li ser Kurd û Kurdistanê, li ser Barzaniyê nemir, rehmetî Îdrîs Barzanî û Mesûd Barzanî û gelek kesên siyasî hene. Seyda di nava siyasetmedarên netewî de bi helbesta xwe ya li ser Barzaniyê nemir bi nav û denge ku digot:


“Qehremanê esre bîsta Mustafa Barzanî tu
Her bijî ey pêşewayê Kurd û Kurdistanî tu”
û helbesta wî ya ku dibêje:
“Me çi hacet bi hîv û rojê ger cemala te hebî”

 
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin