Şerta agirbestê: Divê Tirkîye bi temamî vekişe

Şerta agirbestê: Divê Tirkîye bi temamî vekişe

Berdevkê Hafterê ku girêdayê Arteşa Netewî ya Lîbyayê ye Ahmed el Mismarî got, ji bo agirbestê divê Tirkîye bi temamî ji Lîbyayê vekişe.

A+A-

General Xelîfê Hafter, jibo agirbestê dixwest Tirkîye û çekdarên ji Surî bi temamî ji axa Lîbyayê vekişin û xwest ku Enqere bila alîkarîya çekdarî ji hukumeta Lîbyayê re bibire.

Di daxuyanîya xwe de Hafter got “Ji bo agirbestê divê hîn şert bên cih. Hêzên Tirk û Sûrî divê vekişin, Tirkîye divê  alîkarîya çekî ku ji Trablusê re dike divê bibire û grubên terorîst ên niha li Trablusê ne divê vekişin”

Herwiha Mismarî Tirkîye bikaranîna tankên Amerikî û fuzeyên Şahînî suçdar kir. Mismarî da xuya kirin Tirkîye bi keştîyên bazirganîyê çekan û çekdarên bi pereyî dişîne Lîbyayê.

Mismarî got Tirkîyê hêzên girêdayê artêşa Lîbyayê yên li Sîrtê bicih bûne û hêzên heremê  jiber parastina petrolê  bixurt dike

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin