Serokwezîrê Iraqê bi şandeke serbazî re serdana Mexmûrê kir

Serokwezîrê Iraqê bi şandeke serbazî re serdana Mexmûrê kir

.

A+A-

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi şandeke serbazî serdana Mexmûrê kir û bi fermandarên Pêşmerge re dicive.

Piştî civîna bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi şandeke serbazî re gihîşt Mexmûrê.

Herwiha Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl, Wezîrê Berevaniya yê Iraqê Cuma Inad bi Kazimî re çûn Mexmûrê.

Li gor zanyariyan, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi fermandarên Pêşmerge re dicive û guftûgoyan derbarê êrîşên vê dawî yên DAIŞê û hevahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de dike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin