Serokê Platforma DGDê: Divê Kurdî bibe zimanê fermî

Serokê Platforma DGDê: Divê Kurdî bibe zimanê fermî

.

A+A-

Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat Abdulhekim Daş diyar kir ku dersên bijarte yên kurdî her çiqas girîng bin jî têrê nakin û divê Kurdî bibe zimanê fermî.

Li dibistanên navendî û seretayî yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê serlêdanên ji bo dersên bijarte berdewam in

Bi biryara Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê, ji sala 2012an ve di çarçoveya Ziman û Zaraveyên Zindî de, zimanê Kurdî wek dersa bijarte bo polên 5,6,7,8 li dibistanan tê xwendin.

Xwendekar di sala perwerdehiyê ya 2023-2024an de heta dê bi vê biryara wezaretê heta 10 Sibata 2023an bikaribin dersa Kurdî hilbijêrin û vê daxwaza xwe bi rêya formên dersên bijarte bigihînin dibistanên xwe.

Abdulhekîm Daş bû mêvanê bernameya Rawîn Stêrk a taybet bi "dersa bijarte" ya bultena Rûdaw TV.

“Projeyeke mijûlkirinê ye lê destkeftinek e”

Abdulhekîm Daş got “Ez projeya dersa bijarte ya Kurdî ji bo Kurdan wek projeyek mijûlkirina Kurdan dibînim, lê ev jî destkeftinek e, tiştekî ku di encama têkoşînê de hat bidestxistin. Dewlet neçar mabû ku vê yekê bike, lê bi qasî ku ji destê wê tê hewl dide pêşî li vê yekê bigire.”

“Divê kurdî bibe zimanê fermî”

Daş, bal kişand ser hejmara pir kêm a mamosteyên kurdî yên ku hatine tayînkirin “Kurd bi awayekî dikarin vê yekê protesto bikin. Ya ku mafê me ye ne ev e. Mafê me, fermîbûna zimanê Kurdî ye, ji dibistana seretayî heta zanîngehê zimanê perwerdehiyê be.”

“Gelek astengî tên derxistin”

Daş diyar kir ku hejmara serlêdanan girîng e û wiha tîne ziman “Li gorî serdemên berê, sala borî hejmara serlêdanan baş bû, lê gelek xeletî hatin kirin, gelek astengî hatin derxistin.”

“Ev derfetek e”

Daş, diyar kir ku wî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî banga dersa kurdî kiriye û got, "Ev firsendeke ku divê her Kurdek serê lê bide."

“Gelê Kurd ev maf bidest xist”

Herwiha Daş ragihand ku dersên bijarte yên kurdî ji bo gelê kurd pir kêm in û got “Ev destkeft bi têkoşîna gelê Kurd hat bidestxistin. Tu hikûmet an desthilatek  ev yek wek xêr an mafê kurdan neda. Ji bo ku ev maf veneguhere destkeftî û pêşnekeve hemû hewlên xwe didin.

Abdulhekîm Daş bang kir ku dersên bijarte yên kurdî bên hilbijartin û got, "Tevî van hemûyan biçin, serlêdan bikin, dersên bijarte yên kurdî hilbijêrin."

Daş bal kişand ku di encama têkoşînê de mafê dersên hilbijartî hat bidestxistin û got, "Şerm e ku Kurd tenê vê yekê razî dibin."

 

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin