Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik: 7 Salîya PAKê Li Gelê Me Pîroz Be

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik: 7 Salîya PAKê Li Gelê Me Pîroz Be

.

A+A-

"PAKê di roja 18ê Cotmeha 2014ê de li Amedê kongreya xwe li dar xist û damezrandina xwe îlan kir. PAKê di roja 11.12.2021ê de ji Wezareta Navxwe ya Dewleta Tirkîyeyê ‘Belgeya Ewraq Teslîm Wergirtinê’ wergirt û ji wê rojê heta îro wek partîyeke yasayî jî xebatên xwe didomîne.

PAK, li gel doza girtinê ya di heqê wê de vebûye, li gel hemû qedexe, astengî, zext, zehmetî û kêmasîyan jî, di têkoşîna doza azadîya Kurdistanê de gihîşte 7 salî ya xwe.

PAK, Partîya Fedakarên Kurdistanê ye.

PAK, di 7 salîya xwe de jî her bi wan armancên xwe yên dema damezrandinê xebatên xwe dimeşîne.

PAK, berdewamîya doza azadîya Kurdistanê ya 200 salî ye.

PAK dibêje, Miletê Kurd û Kurdistan ji derveyî îradeya xwe , di nav çar dewletan de hatine parçekirin, hatine dagir kirin; ev jî neheqîyeke herêmî, navneteweyî û dîrokî ye. Herçendî dem, rê û metoda wê ji niha ve nehên texmînkirin jî yekîtîya kurdan û ya Kurdistanê bi netewetî û bi welatî mafekî meşrû ye. Divê neteweyê kurd û civata Kurdistanê ji bo vê yekîtîyê û li ser awayê pêkhatina vê yekîtîyê bikaribin bi îradeya xwe ya azad biryarê bidin.

PAK, li Bakurê Kurdistanê mafê çarenûsîya miletê Kurd, li ser axa Kurdistanê mafê xwe îdare kirina gelê Kurdistanê, federasyoneke li ser esasê şirîkatîya du miletan û du welatan diparêze. PAK dibêje, pirsa Kurdên li bajarên metropolên Tirkîyeyê , pirsa mafên ziman, kulturî û demokratîk yên Kurdan e; pirsa li bajarên metropolên Tirkîyeyê yên ku kurd wek nifûs piranî ne, mafê îdarekirinên herêmî ye.

Bi milyonan kurd di demên cuda cuda de, ji ber sebebên cuda cuda, mecbûr mane ku welatê xwe terk bikin. PAK dibêje, Kurdistaneke azad, cîh û war û welatê hemû kurdên li bajarên metropolên Tirkîyeyê û yên li Ewropayê dijîn e; cîh û war û welatê hemû kurdên li welatên Sowyeta berê tar û mar bûne ye.

PAK, dibêje ‘Azadî ji bo Kurdistanê, Azadî li Kurdistanê’

PAK, dibêje Kurdistan welatê miletê kurd û yê hemû gelên ku li

Kurdistanê dijin e.PAK dibêje, rêveberîya Kurdistaneke azad, divê rêveberîya îradeya miletê kurd û ya hemû gelên ku li Kurdistanê dijin be.

PAK, rê, rêbaz û amûrên li derveyî tûnd û tûjîyê, meşrû û bêîtîatîya sivîl esas digire; ji bo bidest xistin, parastin û pêşde birina destkeftinên yasayî têdikoşe.

PAK dibêje ‘Tu partî, tu serok, tu îdeolojî ji doza azadîya Kurdistanê ne pîroztir e, ne mezintir e, ne bi qîmetir e’.

PAK, partîya hemû etnîsîte, dîn, mezheb û beşên civaka Kurdistanê ye û maf û hiqûqa van hemû pêkhateyan diparêze.

PAK, bêyî ku xwe wek partîyeke ‘ sosyalîst, çep, rastgir, mihafazakar, lîberal, dîndar an sekuler’ terîf bike, derîyê wê ji hemû kesên ku bernameya wê qebûl dikin re vekirîye; partîyeke girseyî, neteweyî, demokratîk a ku ji azadîxwaz û demokratên Kurdistanî pêk hatî ye.PAK, navê ekoleke nû ye.

PAK xwerexnegir e, ji tesbît kirina kêmasîyên xwe natirse.

PAK, dibêje ‘Ji Nuha ve ava kirina dezgehên Kurdistanî, Ji Nuha ve Maf û Azadi . Ji bo rê li ber çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê vebe, PAK, bangî gelê me dike da ku îro ji bo bicîh anîna bernameyeke maqûl ku ji daxwazên miletê me yên acîl pêk hatî em hêza xwe bikin yek.

PAK , li ser esasê wekhevîya jin û mêran, parastvanê mafê jinan e. PAK bibêje, divê hemû neheqî, zext, qedexe û astengîyên qanûnî, fîîlî û civakî yên li ser jinan bêne rakirin.

PAK dibêje:’Yên dikarin bibin yek bila bibin yek; yên nikaribin bibin yek bila hevkarî û tifaqan bikin; yên nikaribin hevkarîyan bikin bila derîyê danûstendin û dîyalogê di navbera xwe de vekin; yên nikaribin dîyalogê jî bi hevdu re danin, bila dijminatîya hevdu nekin’.

PAK,dibêje azadîya gelê Kurdistanê, dê rê ji jîyaneke aştîyane û azad a gelê Tirkîyeyê jî re veke.

PAK bi pêşniyarî, daxwaz û sîyaseta xwe ya çêker îro di sîyaseta Bakurê Kurdistanê de aktorekî esasî ye.

Ez di 7 salîya damezrandina PAKê de, hemû damezranêr, rêvebir, endam û alîgiren PAKê ji dil û can pîroz dikim.

Ez di 7 salîya damezrandina PAKê de, bangî hemû damezranêr, rêvebir, endam û alîgiren PAKê dikim da ku li keda xwe xwedî derkevin; da ku ji bo PAK bibe partîya ciwanan, bibe partîya jinan, bibe partîya hemû rengên civata Kurdistanê, em hamleyeke nû dest pê bikin.

Di 7 salîya damezrandina PAKê de ez bangî hemû kadroyên azadîxwaz, demokrat, neteweyî, Kurdistanî dikim da ku werin bibin xwedîyê PAKê, werin em bi hevdu re PAKê û hêvîyên gelê me xurtir bikin.

Bijî Kurdistan, bijî azadî, bijî PAK"

18.10.2021

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

1-165.jpg3-171.jpg4-137.jpg5-105.jpg11-031.jpg2-172.jpg6-078.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin