Serok Barzanî: Ti bahaneyek tine ji bo paşxistina helbijartinan

Serok Barzanî: Ti bahaneyek tine ji bo paşxistina helbijartinan

.

A+A-

 Serok Barzanî di hevpeyvînekê de ligel malpera “Al-Monitor” ragihand, divê hilbijartin bê kirin û ti bijardeyeke din nîne.

Serok Barzanî her wiha got, ti behaneyek ji bo paşxistina hilbijartinan nîne.

Serok Barzanî derbarê pişkê Herêma Kurdistanê ji budceya Iraqê de got: “Ev mijar berê jî bi awayekî nedadperwerane li dijî Herêma Kurdistanê hatiye bikaranîn. Ez nabêjim biryara bûdceyê ji sedî sed bi dilê me ye, lê bi baweriya min ev gaveke erênî ye.”

Her wiha got: “Ji sala 2007ê ve Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadebûna xwe ji bo derbaskirina projeyasaya petrolê li Parlamentoya Iraqê nîşan daye. Lê hikûmetên li pey hev li Bexdayê xwe ji vê pirsê vedidizin û heta niha em negihiştine encamekê, lê bi vê atmosfera erênî, bi baweriya min dê atmosfereke xweş ji bo derbaskirina projeyasaya petrolê û mijarên din ên yasayî.”

Serok Barzanî derbarê lidarketina hilbijartinên Kurdistanê di dema xwe de got: “Divê hilbijartin bên kirin, ti bijardeyeke din nîne, eger nebe saziyên hikûmetê dê rewatiya xwe ji dest bidin.”

Her wiha got: “Ez bi wê yekê geşbîn im ku partî dê roja duşemê li parlamentoyê bicivin û li ser mijaran gotûbêj bikin.”

Tekez kir jî: “Ji bo paşxistina hilbijartinan ti bijarde û hincet nînin. Ger partiyek siyasî hewl bide astengiyan li pêşiya hilbijartinan çêbike, dê xwe îzole bike. Hilbijartin dê bên kirin.”

Di derbarê girîngiya deverê ji bo Amerîkayê Serok Barzanî got, dibe ku pirsên pêşîne yên niha yên Amerîkayê hatine guhertin û Çîn û Ukrayna di rojeva asayîşa netewî ya wî welatî de bin. Lê ev nayê wê wateyê ku Amerîka tiştên li Iraq û Rojhilata Navîn paşguh dike.

Serok Barzanî got jî: “Hûn nikarin rewşa niha bi rewşa berê bidin ber hev, lê hîn jî Amerîka bi giringî li navçeyê dinêre.

Serok Barzanî got: “Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin ku dostekî me yê baş e, hefteya borî serdana Iraqê kiribû.” Destnîşan kir jî: “Austin tekez kir ku Amerîka giringiyê dide navçeyê û pêwendiyên xwe ligel welatên din berdewam bike.”

Derbarê gefên DAIŞê de jî Serok Mesûd Barzanî hişyarî da ku ew hîn jî metirsiyeke berdewam e.

Serok Barzanî derbarê rêkeftina Îran û Siûdiyê de got: “Em naxwazin di navbera welatên navçeyê de alozî çêbibe. Îran û Erebistana Siûdî du welatên girîng ên navçeyê ne.”

Got jî: “Rêkeftina di navbera Îran û Erebistana Siûdiyê de nîşana wê yekê ye ku Îran ji zimanê gefxwarinê ber bi diyalog û dîplomasiyê ve diçe.”

Serok Barzanî li ser êrîşên mûşekî yên Îranê yên sala borî li ser Herêma Kurdistanê got: “Êrîş bi temamî nerewa bûn û tohmetbarkirinên wê jî bêbingeh bûn.”

Her wiha got: “Hinek saziyên Îranê ji bo veşartina şikestinên xwe, li qurbaniyên derveyî digerin.”

Got jî: “Îran cîrana me ye, em naxwazin bi wan re ti alozî çêbibin. Heta ku ji destê me tê, em dixwazin têkiliyên me asayî hebin. Em ne beşek ji nakokiyên bi Îranê re ne, em rê nadin ku xaka me bibe baregehek ji bo gefxwarina li ser ewlehiya cîranên me.”

Serok Barzanî derbarê pirsa Sûriyê de got: “Sûriye ji sala 2011ê ve di rewşeke şer û ajawe re derbas dibe, di encamê de kuştin, koçberî û wêraniyeke giştî çêbûye, lê ti nîşanek nîne ku dê di paşerojê de çi bibe. ”

Her wiha Serok Barzanî got: “Bijardeya alternatîf a hikûmeta Sûriyê kî ye? ti bersiveke zelal û siyaseteke zelal ji bo paşeroja Sûriyê nîne.”

Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin