Serok Barzanî peyamek derbarê rewşa niha ya Iraqê de belav kir

Serok Barzanî peyamek derbarê rewşa niha ya Iraqê de belav kir

Serok Mesûd Barzanî derbarê rewşa niha ya Iraqê de peyamek belav kir û tê de tekez kir, pêşwazî li her pêngavekê dike, ku armanc jê çareserkirina qeyrana niha ya Iraqê be.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serok Mesûd Barzanî derbarê rewşa niha ya Iraqê de peyamek belav kir û tê de tekez kir, pêşwazî li her pêngavekê dike, ku armanc jê çareserkirina qeyrana niha ya Iraqê be.

Deqa peyama Serok Barzanî:

Bi girîngîyê ve duvdaçûnê li ser pêşketinên vê dawîyê dikîn û pêşwazîyê li her hengavekê jî dikin ku bandora xwe li ser çareserkirina qeyranê hebe û rê li ber rûxan û fewza yan vegerandina serdema dîktatorîyeta şûm de bigre.

Di her guhertineke de jî pêwîst e mafê hemû pêkhatan li ber çav bê girtin û her guhertinek divê li gor mekanîzmên destûrê bê. Her wiha armanca wê çespandina asayîş û aramî û destbilindîya yasa be û dawakarîyên rewa yên cemawerê beşê wan hatîye xwarin jî pêk bîne.

Her di vir de şermezarîyê li tundutîjîyên berdewam û kuştina xelkên bêguneh dikin û serxweşîyê jî li kesûkarên şehîdan dikin û hêvîya başbûna bi lez jî ji bo birîndaran dixwazîn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin