Serok Barzanî pêşwazî li sekreterê giştî yê Partîya Zehmetkêşan kir

Serok Barzanî pêşwazî li sekreterê giştî yê Partîya Zehmetkêşan kir

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li sekreterê giştî yê Partîya Zehmetkêşan ya Kurdistanê û şanda pê re kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Îro danê sibê Serok Barzanî li Pîrmam pêşwazî li şandeka Partîya Zehmetkêşan ya Kurdistanê kir ku ji sekreterê giştî yê partîyê Belên Ebdullah û cîgirê wî Seid Xalid pêk hatibû.

Di civînê de Barzanî pîrozbahî li Belên Ebdullah kir ku bûye sekreterê giştî yê Partîya Zehmetkêşan û hêvîya serkeftinê jî wî û rêveberîya nû ya wê partîyê re xwast.

Di hevdîtinê de behsa rewşa sîyasî ya Iraq, Herêma Kurdistanê û Rojhilata Navîn her wiha behsa xebata hikûmeta Kurdistanê bo baştirkirina rewşa îdarî û aborî ya Kurdistanê jî hat kirin.

Çend roj berê Partîya Zehmetkêşan kongireya xwe li dar xistibû. Di kongireyê de Belên Ebdullah wek sekreterê nû yê partîyê hatibû hilbijartin.

Partîya Zehmetkêşan ya Kurdistanê, sala 1985 hatîye damezirandin. Serkirdeyên ku ew partî ava kirin, ji Partîya Sosyalîst Demokrat ya Kurdistanê veqetîyabûn.

Sala 2008 jî partîyek bi navê Enîya Partîya Zehmetkêşan ya Kurdistanê ji Partîya Zehmetkêşan veqetîya, paşê navê xwe kir Partîya Ayinde ya Kurdistanê.

Navenda Partîya Ayinde li Silêmanîyê ye û navenda Partîya Zehmetkêşan jî li Hewlêrê ye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin