Serok Barzanî: Divê hikûmeta Iraqê erkê xwe li hember kesûkarên şehîdan cibicî bike

Serok Barzanî: Divê hikûmeta Iraqê erkê xwe li hember kesûkarên şehîdan cibicî bike

.

A+A-

Serok Barzanî: Li ser asta navdewletî jî hewl berdewam dibin ji bo ev tawan wek jenosîd bê naskirin.

Serok Mesûd Barzanî di çarçoveya beşdariya di merasîma bixakspartina termên 100 enfakiriyên Barzaniyan li devera Barzan de gotarek pêşkêş kir û ragihand, “Şehîdkirina heşt hezar kesan, karesateke gelekî mezin û ji bîr nabe. Li vir bi erkê xwe dizanim ku amaje bi dayikên qehreman bikim ku wan nehîşt kurên wan hest bi valahiya bavê wan bikin. Wan kar kirin û xuha eniya xwe kurên xwe mezin kirin.”

Serok Barzanî di gotara xwe de ragihand, “Careke din birîna me ya kûr vebû. Îro em pêşwazî li termên 100 şehîdên ji wan 8 hezar şehîdên bêguneh û mexdûr dikin ku bi destê zordar û diktator hatin şehîdkirin.”

Her wiha got jî: “Di rojeke wek îro berî 39 salan, rêjîma Beis bi awayekî hovane 8 hezar kesên bêguneh ku di nava wan zarokên 12 salî û heta pîremêrên 99 salî hebûn enfal kirin, ti gunehê wan tune bû, gunehê wan li cem wan zaliman tenê ew bû, Barzanî bûn.”

Destnîşan kir, “Şehîdkirina heşt hezar kesan, karesateke gelekî mezin û ji bîr nabe. Li vir bi erkê xwe dizanim ku amaje bi dayikên qehreman bikim ku wan nehîşt kurên wan hest bi valahiya bavê wan bikin. Wan kar kirin û xuha eniya xwe kurên xwe mezin kirin.”

Serok Barzanî diyar kir: “Ji zû ve hewl hatin dayîn ku termên Barzaniyan û hemû şehîdên enfalê ji Germiyan û heta badînanê ewên bê dîtin, bo cihên bav û bapîrên xwe bêne vegerandin, em li serê hewlê jî berdewam in. Parlametoya Federal, Parlamentoya Kurdistanê û Dadgeha Temîzê jî biryar dan ku ev jenosîd e û hikûmeta Iraqê jî pabend kir ku di vegerandina termên wan şehîdan de hevkar be û kesûkarên wan qerebû bike. Hemû pereyên cîhanê ne hêjayî hestiyê şehîdekî ye, lê qerebûkirina kesûkarên enfalkiriyan erkekî exlaqî û yasayî ya hikûmeta Iraqê ye. Em tekeziyê li ser wê dikin ku divê hikûmeta Iraqê erkê xwe li hember kesûkarên şehîdan cibicî bike.”

Serok Barzanî di beşeke din a gotara xwe de got: “Li ser asta navdewletî jî hewl berdewam dibin ji bo ev tawan wek jenosîd bê naskirin.”

Di 31ê Tîrmeha 1983an de, Hêzên Şoreşger ên Iraqê li dijî Barzanîyan dest bi kampanyayekê kir, ku van hêzan 8 hezar kes ji wan kom kirin û yên ku kuştin.

Rêjîma Beis a Iraqê berî sala 1987-1988an di heyama 7 mehan de û di çarçoveya 8 qonaxan de, proseya enfalkirina gelê Kurdistanê pêk anî. Di wê tawanê de rêjîma Beis zêdetir ji 4 hezar û 500 gundên Kurdistanê û bi sedan bajarok û zozan wêran kirin û xelkê wê ber bi çarenivîseke nediyar ve birin. Di koma heşt qonaxên proseya Enfalê de, rêjîma Beiş ya rûxyayî 182 hezar Kurd enfal kirin.

(K24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin