Serok Barzanî bang li xelkê Kerkûk û Şingalê kir

Serok Barzanî bang li xelkê Kerkûk û Şingalê kir

.

A+A-

Serok Mesûd Barzanî derbarê hilbijartinên parlamentoya Iraqê de peyamek belav kir û daxwaz ji xelkê Kerkûk, Şingal û navçeyên Kurdistanî yên din ên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê kir “bi coş beşdarî hilbijartinê bibin û bi dengê xwe bersiva rastiya neyasayî û sependî ya wan navçeyan bidin.”

Serok Barzanî dibêje, “Di hilbijartinên berê yê Encûmena Nûnerên Iraqê de gelê Kurdistanê padaşta helwest û xweragirî û qurbanîdanên Partiya Demokrata Kurdistanê da û bi piştevaniya gelê Kurdistanê, PDK bû partiya hejmara yek ya li Kurdistan û Iraqê. Hêvîdar im di van hilbijartinan de jî gelê Kurdistanê piştevaniya xwe ji bo Partiya Demokrata Kurdistanê dûpat bike.”

Di dewama peyama Serok Barzanî de hatiye, “Her li vir jî daxwazê ji welatiyên ezîz ên Kerkûk û Şingal û navçeyên Kurdistanî yên din ên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê û bi taybet daxwaz ji cemawer û alîgirên PDK li wan navçeyan dikim ku bi coş beşdarî hilbijartinê bibin û bi dengê xwe bersîva rastiya neyasayî û sependî ya wan navçeyan bidin.”

Her di wê peyamê de Serokê Barzanî daxwaz “ji welatiyên xweşdiviya Herêma Kurdistanê û cemawer û endam û alîgirên PDK” dike ku “roja dengdanê erkê xwe yê neteweyî û niştimanî bi cih bikin û deng bi berbijêrên Partiya Demokrata Kurdistanê bidin. Bi pêwîst jî dizanim spasî endam û alîgir û hemû organên PDK bikim ku ji bo hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê bangeşeyeke aram û medenî û mînakane peyrew kiriye.”

Serok Barzanî dibêje, “Hêvîdar im hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê di keşûhewayeke aram û bê kêşe de birêve biçê û encamên wê jî di xizmeta pejirandina bingehên hevbeşî û dawakariya welatiyan de be û îradeya rasteqîneya gelên Iraqê bê bicihkirin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin