Serhad Tuganê 16 salî kete zindanê 44 salî derket

Serhad Tuganê 16 salî kete zindanê 44 salî derket

Duwem kesê ku li Tirkiyê herî zêde di zindanê de maye Serhad Tugan di 1991ê de hîn ku 16 alî bû bi tawana endamtiya PKKê hate girtin û piștî 28 salan 44 salî, 14ê Hezîranê ji zindana Wanê hate berdan.

A+A-

Serhat Tugan di 1991ê de, li Hekariyê hate girtin û bi sedema endamtiya rêxistina nehînî PKK ji madeya 125ê ya Kanûna Cezayî ya Tirkî bi tawana « Kiryara çekdarî ji bo cudakirina beșeke axa welêt ji bin desthilata dewletê » bi daxwaza idamê hate darizandin. Lê Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DED) ya Diyarbekirê di 1992yê de, ji tawana « endamtiya rêxistina çekdar » 12 sal û 6 meh ceza dayê. Dadgeha bilind ev biryar di 1994ê xera kir û xwest ku cezayê idamê bidin Serhad. Ji bo vê jî heman salê DED ya Diyarbekirê vê carê cezayê muebedê da wî.
Pașê di 2008ê de parêzerê Serhad Tugan û xwișka wî Rojbîn Tugan, bi daxwaza ji nû ve darizandina wî serî li dadgehê dan û di daxwaznameya xwe de gotin ku Tugan beșdarî tu kiryarên çekdarî nebûye û divê ji endamtiya rêxistinê bê darizandin. Lê Dadgha Cezayê Giran (DCG) a Diyarbekir ev daxwaz red kir. Ji bo vê jî wan doza wî birin Dadgeha Mafên Mirovî ya Ewropayê (DMME) ku wê jî 10 hezar Euro cezayê tazmînatê da Tirkiyeyê.
Di 2015ê de, li ser daxwaza Wezareta Dadê di vî warî de lêkolînek pêk hat ; șahidan diyar kir ku wan wê demê di bin zorê de îfade dane û Serhat Tugan beșdarî tu kiryara çekdarî nebûye. Şahidekî jî gotiye ku Tugan ji kuștina du milîsan neberpirsiyar e.
Li ser vê Wezaretê biryara DCG a Diyarbekir xera kir. Tevî biryara Wezaretê jî Dadgehê daxwaza ji nû ve darizandinê red kir. Wezareta Dadê di 29ê tîrmeha 2016ê de cara duyê daxwaza ji nû ve darizandinê kir û dosya çû mahkemeya bilind. Di encamê de piștî 28 sal cezayê zindanê Serhad Tugan ji girtîgha Wanê hate bedan.  
Li gor ku Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê radighîne ; Tugan piștî ku hatiye berdan gotiye, « Ev 28 sal in piyê min bi axê nebûne, min herî bêtir bêriya ku bi piyên xwas pê li axê bikim kiriye ».

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin