Sererkanê Brîtanyayê li dijî Rûsyayê banga amadebaşiyê li artêşê kir!

Sererkanê Brîtanyayê li dijî Rûsyayê banga amadebaşiyê li artêşê kir!

.

A+A-

 Sererkanê Brîtanyayê Orgeneral Sir Patrick Sander, piştî ku hefteya borî dest bi kar kir, ji bo Rûsyayê banga amadebaşiyê li artêşa Brîtanyayê kir.

Li gorî nûçeya rojnameya The Sun Orgeneral Sir Patrick Sanders, bal kişandiye ser şerê Cîhanê yê Duyemîn û gotiye: “Nifşê ku artêşê ji nû ve ji bo şerê li Ewropayê amade bike em in. Êrîşa xwînî ya Pûtîn bi ser Ukraynayê de, ewlekariya gerdunî têk da.”

Herwiha Sanders soza artêşeke ku Rûsyayê têk bide da û diyar kir: “Êdî bûye neçariyek ku em ligel hevpeymanên xwe artêşeke ku şer bike û Rûsyayê têk bide damezrînin.”

Sanders da zanîn ku plana modernîzekirina artêşê û bicihkirina hêzên nû bo welatên deryayên dûr wê NATOyê bihêz bike û şansê ku Rûsya zêdetir erda Ewropayê dagir bike, jê bistîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin