Şerefxan Cizîrî:Netewe Dewlete?

Şerefxan Cizîrî:Netewe Dewlete?

.

A+A-

Gava ku gotin, raman, têgeh, helwest bûn mode, wê gavê mirov divê hinekî raweste. Xwe û derdora xwe mehkeme bike. Di nava mast de li mûyekî bigere. Di nava genim de li zîwanê bigere. Di nava qelewbûnê de li ziravî ye bigere. Di nav çewçewê de li zanebûnê bigere…

Ji ber ku ew ên ku wan fikir û tevgeran dixin rojevê hergav ne xwediyên zanebûnên bi rêkûpêk in. Hemû kes wilo dibêje, mode ji wilo dibêje lê ev gotina ‘hemû kes’ ne baş diyar e. Wateya wêna xumamî ye. Gotina ‘hemû kes’ li hinek deverên stratejîk hatiyê afirandin û dibe weke şibandineke xwezayî. Lê ‘hemû kes’ di rastiya xwe de çend kes in. Ev çend kes jî bi metodên fabrîkasyon, manîpulasyon, spekulasyon, deformasyon û desenformasyon dîtinên xwe belav dikin. Ketûber, beyî daneyên dîrokî, beyî mînakên navnetewî, beyî lêkolînên kûr wan dîtinana pêşkêş dikin.

Belê, li ser têgeha netewe dewlet, wan salên dawî hinek mirovên akademîsyên hinek dîtinên spekulatîf pêşkêşkirin e. Ew mafê wana ye. Di vir de şik tune ye. Lê lêkolinên ku hatine kirin û dîtinên ku hatine formulekirin gelek caran dûrî rastiyên dîrokî ne. Ne tenê rastiyên dîrokî lê belê ev dîtin dûrî rastiyên rojane jî ne. Ev dîtin bi xwe re dikevin nav nakokiyên kûr. Gava ku mirov ji wan dîtinên ‘akademîk’ helwestên sîyasî derxine, mirov bi hêsanî pêrgî şaşîyên mezin dibe.

Minak; tê gotin ku netewepareziyê netewe afirandiye! Ma ku netewe tune be, ax û ziman tune be wê neteweparezî çawa ji netunebûne tûnebûne bi afirine gelo? Ma neteweparezî bêyî pêwendiyê bi netewe re çawa dikare helwesteke sîyasî û netewî formule bike?

Di wan dîtinên ‘akademîk’ de ku bûne mode, gotina ‘netewe dewlet dema xwe bihûrandiye’ her gav tê bilêv kirin. Gelek mirovên Kurd jî wê dîtinê bêhişmendî dûbare dikin. Li ser encamê vê dîtinê zêde xwe naêşînin.

Di van gotinên ku bûne mode de ev peyam veşartiye; bila Kurd netewe dewleta xwe ava nekin! Hemû netewan dewlet avakirine lê bila Kurd nebin xwedî netewe dewlet!

Ji aliyekî de rast e, netewe dewleta Tirk, Ereb û Eceman dema xwe bihûrandiye lê ne netewe dewletê weke realiteyeke sîyasî, kulturî û sosyal, bi tevahî dema xwe bihurandine! Ji ber ku netewe dewleta Tirk, Ereb û Eceman çiqasî ‘netewî ye’ ev yek jî baş ne diyar e. Netewe dewleta ku maf û hukukê neteweyekî din binpê bike, gelo çiqasî dibe ‘netewî’? Netewebûn di vê pirsgirêkê de wekhevîye dixwaze. Neteweyekî ku mafê azadiya netewekî din pinpê bike, ew bi xwe çiqasî dikare azad be?

Gava ku tiştek dema wî tê bihûrandin, ew tişt bi gelek haweyan ji derb de dikeve. Ma ne wilo ye? Heger ev tişt civat be, ew dikeve nava krîzeke kûr û mezin, heger ew dewlet be, çerxa wêna nazîvire, ew dewlet ji hevdû dikeve. Heger ew malbetek be, her kesekî serîyekî dikêşine, malbat weke malbat li holê namîne. Heger ew makîneyek be, ew nema kar dike, fonksîyonên xwe bicîh nayîne ûhw…

Di warê netewî de heta nûha dema tu netewê dewletan hîna jî nebihûriye.

Lê ma netewe dewlet bi rastî dema wana çawa bihûriye? Li kuderê gelo? Kijan dewletan li ser rûwê dinyayê dev ji hebûnên xwe yên netewî berdane? Kijan netewî dev ji ziman, al, xak, nasname û dîroka xwe berdayê? Ji wana bidûr ketiyê? Hemû gelên ku azadiya xwe bidestxistine, hemû welatên ku serbixwe bûne xwediyê netewe dewletin!

Ji xwe hinek netewe hene ku ne tenê xwediyê dewletekê ne, ew xwediyên pir dewletan in!

Di dîroka ku dû sed salên dawî de diyar bûye, realîze bûye, şênber bûye, hemû netewe berbi netewe dewletbûnê de pêşde çûne. Di van salan ku em qal dikin de tu netewan dev jî netewe dewleta xwe bernedane. Ev rastîya hanê li dinyayê jî wilo ye û li herema me jî wilo ye. Netewên ku dewleta wan tune be jî, li ser himê vê daxwaziyê têkoşînê sîyasî didin.

Netewe dewletên ku rêzgirtina wan ji prensîba netewe dewletê re tune be, ew divê bi tûndi were rexnekirin. Li gora gelek maksîmên exlaqî, olî, demokrasî, divê tiştên ku mirov ji bona xwe daxwaz bike, divê mirov dîsa bikaribe vî prensîbî di hundirê xwe de jî biserifîne. Yên ku ev prensîb di hundirê xwe de neserifandine, divê mirov wana rêxne bike.

Li himberî wana têkoşîn bide. Lê ew nayê wê watê ye ku, em dev ji prensîba netewe dewletê berdin. Ji ber ku mafê netewî ku ji bona netewe dewletekê hene, divê ew vî mafê karibin ji bona hineke din jî, bi pejirînin.

Ma li gora kîjan pîvanên exlaqî û prensîbê demokrasîyê mirov dikare hinek netewan li derveyî mafê netewî bihele gelo? Wê vê biryarê kî bide? Ev biryar beriya hemû tiştan mafê kê ye? Çima wê hemû netewe xwediyê mafê netewe dewletê bin, lê Kurd wê ji vî mafî bêpar bimînin?..

Tiştekî gelek balkêş e; dewletên kolonyalîst û yên ku dibêjin bila Kurd dewleta netewî nexwazin, ava wana bi herk dikeve heman cihokê!

Gotinek heye; ewê ku ji min re dibêje; çima tu naçe camiyê, hema ku ew Misliman ba! Dîsa xem nedikir!

Di pêşgotina Manifestoya Komunîst de Fredrik Engels li ser pirsgirêka netewe dewlet û serbixwebûnê, di derbara pirsa Polonyayê de wilo dibêje; heta ku hemû dîk li ser sergoyên xwe bang nedin enternasyonalîzm realize nabe…

Dîkên Polonî di wexte xwe de li ser sergoyên xwe bi şanazî bang dan.

Netewe dewleta xwe avakirin.

Lê em Kurd zîxanên xwe dişînin ser sergoyên xelkê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin