Serdozgeriya Enqerê Ji Biryara Berdana Demirtaş Re Îtîraz Kir

Serdozgeriya Enqerê Ji Biryara Berdana Demirtaş Re Îtîraz Kir

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, biryara azadkirina Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin ‎Demirtaş îtîraz kir. Dê dadgeha bilind vê nerazîbûnê binirxîne.‎

A+A-

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, biryara azadkirina Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin ‎Demirtaş îtîraz kir. Dê dadgeha bilind vê nerazîbûnê binirxîne.‎

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, derbarê biryara 19emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê de ‎îtiraz kir, ku doh Duşembê ji doza serekî biryara azadkirina Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin ‎Demirtaş dabû.‎

Lê ji ber Demirtaş ji dozeke din 4 sal û 8 meh ceza wergirtiye, yekser nehat azadkirin. ‎Parêzerên wî dest bi amadekarina daxwaznameyê kiribûn daku 2 sal û 10 mehên di girtîgehê de ‎ji Demirtaş re bên hesabkirin û were azadkirin. ‎

Lê Serdozgeriya Enqerê îro Sêşemê derbarê biryarê de îtîraz kir. Dê dadgeha bilind îtîraza ‎dozgeriyê binirxîne.

Dozgeriyê îtiraza xwe bi du sideman ve girêdaye. Yekem, ji ber Demîrtaş bi ‎tawanê dijî pergala destûrê tê darizandin û duyem jî li gor cezayê endambûna rêxistinê, girtin ‎wek tedbîrekê hatiye dîtin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin