Sendîka ji bo Kurdî daxwaza sererastkirina yasayan dikin

Sendîka ji bo Kurdî daxwaza sererastkirina yasayan dikin

.

A+A-

Her çend e li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê Kurdî weke dersên bijarte heye jî lê belê hêj di aliyê desturî de pêwîstî bi guhertinan heye ku mafê xwendina Kurdî bi temamî were misogerkirin. Bo nimune xala 42 ya destûrê dibêje “li Tirkiyê ji bilî Tirkiyê çi zimanek ji bo zarokan weke zimanê perwerdê nayê qebûlkirin”.

Piştî berfirehbûna kampanyaya helbijartina dersên Kurdî niha jî beşek sendîka daxwazê ji hikumetê dikin ku mafê yasayî yê xwendina Kurdî were zêdekirin û di vê derbarê de astengên destûrî û  yasayî bi temamî werinerakirin.

Egitim-Sen yek ji sendikaya herî mezin a perwerdê ye ku li 81 parêzgehan 100 şaxên wê û derdora 114 hezar endamên wê hene û bang li hikumetê dike ku ji bo asankariya xwendina Kurdî di destura bingehîn de guhertinên pêwîst bike.  

Sekreterî Giştî Egitim- Senê Îkram Atabay dibêje: “Pêwîst e di destura bingehîn de guhertin were çêkirin. Em behsa mafekî insanî diki ji ber wê pêwîst e cihê wê di desturê de jî hebe û her zarokek bikare bi zimanê xwe yê dayîkê perwerdê bibîne.”

Kampanyaya helbijartina Kurdî hê jî rojeveke sereke ya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ye. Komele û sendîka keşûhewayî heyî weke derfetekê dibînin ku li kêleka kampanyayê guvaşeke zêdetir li ser aliyên siyasî bê kirin ku mijar li parlementoyê jî were gotûbêjkirin.

Derbarê vê yekê de jî Serokê Komeleya Alternatîf û Çareseriyê Mehmet Yildiz got: “Em xwe digehînin kesên ku em nas dikin, pêwîst e em hevdu hişyar bikin, herkes hevdu agahdar bike, em jî li ser vî aliyê meselê disekinin û em bi rêya torên civakî hewil didin ku mijarê gerim bikin.”

Hikumeta Tirkiyê sala 2012 bi guhertina çend yasayan mafê xwendina Kurdî weke derseke bijarte li polên 5,6,7, û 8 qebul kiribû lê daxwaz tê kirin ku Kurdî weke derseke ferzkirî li hemû astên xwendinê de hebe ku ji bo wê jî pêwîstî bi guhertina xala 42 ya destûra bingehîn heye.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin