Senatorên Amerîkî: Herêma Kurdistanê penageheke aram e

Senatorên Amerîkî: Herêma Kurdistanê penageheke aram e

.

A+A-

Du senatorên Amerîkî projeyasayek ji bo bîranîna 30 saliya derxistina biryara herêma dijî firînê û Herêma Aram pêşkêşî Kongresa Amerîkayê kir. 

Du senatorên Amerîkî projeyasayek ji bo bîranîna 30 saliya derxistina biryara herêma dijî firînê û Herêma Aram pêşkêşî Kongresa Amerîkayê kir û tê de pesnê Herêma Kurdistanê didin ku her dem penageheke aram bûye ji bo hemû kesên ji ber tundiyê reviyane.

Senatorê ji Demokratan Chris Van Hollen û Senatorê ji Komariyan Marco Rubio projeyasayek pêşkêş kir û tê de pesnê biryara pêkanîna herêma dijî firînê û Herêma Aram didin û tekez dikin ku hevbeşiya navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê dê bihêz bimîne.

Her du senatorên Amerîkî di projeyasayê de diyar dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê di şerê dijî tundrewî û terorê de weke hevbeşê xweragir ê Amerîkayê bûne.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de pêşwazî li projeyasayê kir û diyar kir: “Dostaniya me li ser bingeha raman û nêrîna hevbeş hatiye avakirin, bi hêviya berdewambûna karkirin û hemahengiya me ligel hevalên me yên li hikûmet û Kongresa Amerîkayê, ji bo bihêztirkirina vê dostaniyê.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya helwesta dostane ya heft endamên Encûmena Nûneran a Amerîkayê kir ji bo piştevanîkirin û sponsorkirina projeyasayê ku ew heft endam ev in: Mike Woltz, Jim Cooper, Chris Stewart, Jason Crow, Dina Dittas, Andy Kim û Don Bacon.

Senatorên Amerîkî di projeyasayê de diyar dikin:

Piştî raperîna Adara 1991ê ya li dijî Sedam Husên, Sedam berê tank û helîkopterên şer da ser welatiyên bêberevanî yên Kurdistana Iraqê.

Tevî zexta hêzên serbazî û şer ên Sedam Husên, hebûna ezmûna jenosîda 200 hezar Kurd û wêrankirina nêzîkî 4500 gund û kîmyabarana kujer rûdabû, bi sedan hezar mêr û jin û zarokên Kurd ên iraqî berê xwe dan sînorên bakur û rojhilatê Iraqê ji ber tirsa bikaranîna gaza bi jehr li dijî wan ji aliyê rejîmê ve, weke dema helmetên Enfalê rûdan û li Helebceyê ku tenê 3 sal beriya wê demê hatibû bikaranîn.

Ji destpêka qeyara penaberan di sala 1991ê de, rojane hejmara mirina Kurdên Iraqê ku aware bûbûn, hezar kes derbas kiribû û qurbanî wextê wan tunebû ku cihek an alaveke xweparastina ji zivistanê peyda bikin, ji ber vê yekê di serma û nebûna xwarin û nexweşiyan de mirin.

Amerîka di bersiva wê karesata mirovî de alîkariya xwe ya mirovî ya herî mezin pêşkêş kir, ew jî operasyona dabînkirinan aramiyê bû, ku bû sedema gihandina alîkariyên mirovî û sepandina herêma dije firînê.

Operasyona dabînkirina aramiyê, canê bi hezaran Kurdên Iraqê ji mirinê parast, ku li ser çiyayên dijwar û sar ên sînorê Kurdistana Iraqê bûn.

Ji wê demê heta îro, Kurdên Iraqê dibêjin operasyona dabînkirina aramiyê ku ji aliyê Amerîkayê ve hate encamdan, bi taybetî herêma dije firînê heta sala 2003an, gelê Kurd ê li Iraqê parast, alîkariya parastina asayîş û seqamgîriyê li Kurdistana Iraqê kiriye.

Kurdistana Iraqê ji mêj ve weke penageheke aram ji bo kesên ku ji milmilanî û çewisandina olî û siyasî reviyane, xizmet kiriye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Pêşmergeyê Kurd di şerê dijî tundrewî û terorê de weke hevbeşê xweragir ê Amerîkayê bûne.

Loma niha divê ji aliyê Encûmena Pîran (di heman demê de Encûmena Nûneran jî) were nasîn ku:

1 – Bîranîna 30 saliya operasyona dabînkirina Herêma Aram dike.

2 – Serbazên qehreman, dîplomatkar, serkirdeyên siyasî û hevbeşên hevpeyman ên Amerîkayê ku operasyona dabînkirina aramiyê cîbicî kirin, dinase û bi wan şanazî dike.

3 – Wêrekiya nêzîkî du milyon jin û zarok û mêrên Kurd ên iraqî ku ji bo rizgarbûna ji birçîtî û serma têkoşîn kirin û pêşwazî li wan alîkariyan kirin ku hatin û xeta nû ya jiyanê pêk anîn.

4 – Serkirdeyên Kurd ên Iraqê werin handan ku qîmetdana nirxên demokrasî û mafên mirovan û azadî bidomînin, ku Kurdistana Iraqê kiriye penagehek di navçeyeke pirkêşe de.

5 – Kongres dûpat dike ku:

a – Şirîkatiya bihêz a navbera Amerîka û Kurdên Iraqê, weke şirîkatiya bihêz a Amerîka ya ligel hikûmeta Iraqê ye.

b – Rêzgirtin û piştevaniya Kongresê ji bo dostên Kurdên iraqî yên Amerîkayê ku bi wêrekî ligel Amerîkayê sekinîne li dijî tundrewî û terorê.

(K24)  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin