Selahattîn Demirtaş ê “Xelata Wêrekîya di Siyasetê de” bistîne

Selahattîn Demirtaş ê “Xelata Wêrekîya di Siyasetê de” bistîne

Hevgirîya Pêşverû ya ku navenda wê li Almanyayê ye dê îsal “Xelata Wêrekîya di Siyasetê de” bide Selahattîn Demirtaşî.

A+A-

Bîanet

 

Hevgirîya Pêşverû ya ku navenda wê li Almanyayê ye dê îsal “Xelata Wêrekîya di Siyasetê de” bide Selahattîn Demirtaşî.

 

Selahattîn Demirtaşê ku hevserokê berê yê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) di girtîgehê de ye lê bi wêrekî karên xwe yên sîyasî didomîne.

 

Xelata navborî endamên Hevgiriya Pêşverû (Progressive Alliance) yên ji 140 welatan dide.

 

Berpirsê têkiliyên derve yê HDPyê Hişyar Ozsoyî ji bianetê re got 15ê meha 11. li bajarê Stokholmê yê Swêdê xelata Demirtaşî dê bê dayin.

 

Hevgiriya Pêşverû

22yê Adarê li bajarê Leipzigê yê Almanyayê hatiye avakirin. Li 140 welatan endamên wê hene. Endamên wê yên li Tirkiyeyê jî Partiya Komarî ya Tirkiyeyê (CHP) û HDP ye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin