Sekreterê NATOyê wê serdana Tirkîyê bike

Sekreterê NATOyê wê serdana Tirkîyê bike

Di demekê de ku êrîşa Tirkîyê bo ser rojhilatê Firat û Rojavayê Kurdistanê di rojevê de ye, Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg roja Înê serdana Tirkîyê dike.

A+A-

Rûdaw

 

Di demekê de ku êrîşa Tirkîyê bo ser rojhilatê Firat û Rojavayê Kurdistanê di rojevê de ye, Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg roja Înê serdana Tirkîyê dike.

Li gorî daxuyanîyekê ku ji alîyê NATOyê ve hatîye belavkirin, Sekreterê Giştî yê wê rêxistinê, Jens Stoltenberg dê roja înê 11ê vê mehê bi armanca çend hevdîtin û civînên fermî, serdana bajarê Stenbolê yê Tirkîyê bike.

Piştî çend hevdîtin û civînên ligel rayedarên Tirkîyê, Jens Stoltenberg dê li Stenbolê civîneke çapemenîyê saz dike û tê de derbarê aramca serdana xwe û naveroka hevdîtinên xwe yên bi rayedarên Tirkîyê re zanyarîyan bide.

Sekreterê Giştî yê NATOyê berî serdana xwe ya bo Tirkîyê, îro Çarşemê serdana Îtalya û sibe Pêncşemê jî serdana Yunanê dike.

Serdana Sekreterê NATOyê di demekê de ye, ku Tirkîyê xwe ji êrîşa bo ser Rojavayê Kurdistanê re amade kirîye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin