Sekreterê Bereya Yekgirtî ya Kurd Siyaweş Heyatî di zindanê de dest bi greva birçîbûnê kir

Sekreterê Bereya Yekgirtî ya Kurd Siyaweş Heyatî di zindanê de dest bi greva birçîbûnê kir

.

A+A-

Bereya Yekgirtî ya Kurd û Komeleya Şêwirmendiya Çalakvanên Yarsan ragihandin, Sekreterê Bereya Yekgirtî ya Kurd Siyaweş Heyatî di zîndanê de dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Siyaweş Heyatî berî sê rojan piştî pêşkêşkirina gotarekê di merasîma veşartina cenazeyê qurbaniyeke xwepêşandanên Kirmaşanê yên ji keça Kurd Jîna Emînî ya ku ji aliyê polîsên exlaqî yên Îranê ve hate kuştin de, li bajarê Dalaho ya ser bi Kirmaşanê ve ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hate desteserkirin.

Bereya Yekgirtî ya Kurd ragihand, ji her pirsgirêkeke ji bo Siyaweş Heyatî wan çêbibe, hêzên ewlehiyê û rayedarên zindanê berpirs in.

Siyaweş Heyatî roja Pêncşemê 22ê Îlona 2022an beşdarî merasîma oxirkirina cenazeyê welatiya Kurd Mîno Mecîdî li bajarokê Qesra Şîrîn bibû ku roja Sêşemê 20ê Îlonê di xwepêşandanên taxa Buhara Nû ya bajarê Kirmaşanê de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû kuştin û di wê merasîmê de axaftinek kiribû.

Siyaweş Heyatî di axaftina xwe de reftara hêzên ewlehiyê yên bi xwepêşandêran re bi tundî rexne kiribû û ragihandibû ku divê hikûmet yan guh bide daxwazên xelkê û yan jî hemû nerazîbûyan bikuje.

Sekreterê Bereya Yekgirtî ya Kurd gotibû, “Ew li şûna ku me biparêzin, rehmê bi mezin û biçûkê me nakin, ne rehmê bi ciwanekî 22 salî dikin û ne jî bi kalekî 70 salî. Mafê wan tune ye ku me bikujin, komek talançî berdane canê xelkê û xwîna me dirijînin daku em dengê xwe nekin, ji wê yekê jî nasekinin û di kolanê de jî biçî, dê li te bixin û te ji nav bibin.”

Di axaftina xwe de, Siyaweş Heyatî daxwaz ji xelkê kiribû ku netirsin û ji daxwazên xwe gavan paşde neavêjin û anîbû ziman, “Ev hikûmet ketiye destê kêmîneyekê û ew jî ji bo parastina xwe her tiştî dikin.”

Siyaweş Heyatî Sekreterê Bereya Yekgirtî ya Kurd û berdevkê Komeleya Şêwirmendiya Çalakvanên Yarsan e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin