Sedir: Peyama we gihîşt, bêguman we kesên gendelkar bizdandin

Sedir: Peyama we gihîşt, bêguman we kesên gendelkar bizdandin

.

A+A-

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir ji bo xwepêşanderên alîgirên tevgera xwe peyamek belav kir û diyar kir: “Tiştê rû dide şoreşa çaksazî û redkirina gendeliyê ye.”

Di peyama xwe de Muqteda Sedir ji xwepêşanderan re da zanîn: “Peyama we gihîşt, bêguman we kesên gendelkar bizdandin.”

Herwiha Sedir ferman da xwepêşanderan ku du riket nimêj bikin û bi silametî vegerin mala xwe.

Muqteda Sedir bi rêya xwepêşandana do, peyameke nû gihand Çarçoveya Hevahengiyê, weke nîşandana wê yekê ku nikarin hewldanên xwe yên pêkanîna kabîneya hikûmetê bi ser bixin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin