
PDK-Î: Bi dronan êrişî baregehên me hat kirin
.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) ragihand ku bi dronan êrişî baregehên wan ên li bilindahiyên Balîsanê hatiye kirin.
Çavkaniyekê ji Rûdawê re ragihand, "Di êrişê de ti zererên canî çênebûne."
Medyaya fermî ya PDK-Îyê îro daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Komara Îslamî ya Îranê bi dronekê bilindahiyên Balîsanê yên li Başûrê Kurdistanê kirin armanc."
Çavkaniyeke agahdar a ji wê partiyê ji Rûdawê re da zanîn ku ti zererên wan ên canî nîne.
Hat diyarkirin ku tenê pûş û qirşê deverê şewitiye.
Êrişa li ser kampa Cejnîkanê
Li gorî daxuyaniya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, di du rojên borî de êrişeke din a bi dronan hatiye kirin.
Ev êriş li ser Kampa Cejnîkanê ya wê partiyê ya li sînorê parêzgeha Hewlêrê pêk hatiye.
Li gorî amarên PDK-Îyê ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê (28ê Sibatê) ve êriş didomin.
Heta îro beriya nîvroyê, Komara Îslamî ya Îranê bi 143 mûşek û dronan êriş kiriye.
Îranê di van êrişan de cihên niştecihbûnê yên malbatan, navendên tenduristî û perwerdeyê û baregehên partiyê kirine armanc.
Li Koyê agir bi çiyayê Heybet Siltan ket
Ev êrişa dawî ya Îranê ya li ser wê partiya Rojhilatê Kurdistanê di demeke wisa de ye ku êrişên din jî çêdibin.
Roja duşema borî, Îranê bi dronekê êrişî quntara Çiyayê Heybet Siltan a li bajarê Koyê kiribû.
Li ser vê êrişê Birêvebirê Daristan û Jîngehê yê Koyê agahî dan.
Li gorî gotina wî, ji ber wê êrişê agir bi Çiyayê Heybet Siltanê ketiye.
Di encama şewatê de nêzîkî 80 donim erd û zêdetirî 200 daran şewitîn.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin