Sedat Dogan: Dewletên îslamî asteng in li pêşîya Kurdbûnê

Sedat Dogan: Dewletên îslamî asteng in li pêşîya Kurdbûnê

Sedat Dogan, Cîgirê Serokê Giştî yê Partîya Însan û Azadîyê (PÎA) bû mêvanê birgeya Taştê ya bernameya ‘Nûroja Dostan’ a Rûdawê.

A+A-

Cîgirê Serokê Giştî yê Partîya Însan û Azadîyê, dibêje, “Em ne ola xwe dikin qurbana netewa xwe û ne jî netewa xwe dikin qurbana oldarîya xwe” û herwiha derbarê helwesta dewletên îslamî li hemberî miletê Kurd de jî tekez dike, “Dewletên îslamî asteng in li pêşîya Kurdbûnê.”

Navenda Nûçeyan- Sedat Dogan, Cîgirê Serokê Giştî yê Partîya Însan û Azadîyê (PÎA) bû mêvanê birgeya Taştê ya bernameya ‘Nûroja Dostan’ a Rûdawê.

Sedat Dogan derbarê sîyaseta partîya xwe û cîyawazîya wê ji partîyên din ên Bakurê Kurdistanê, amaje bi wê dike, Kurdistan xwedî civakeke pirr reng û pirr deng e û dîyar dike, “Cudahîya partîya me ev e, em partîyeke oldar in lê em oldarîyê nakin.”

Dogan dibêje hesasîyeta wan li ser ol û netewê weke hev e û radigihîne, “Em ne ola xwe dikin qurbana netewa xwe û ne jî netewa xwe dikin qurbana oldarîya xwe. Kurd ji sedî 90 misilman in û em jî li gor bawerîya vê civakê rê û xebata xwe dimeşînin.”

Cîgirê Serokê Giştî yê Partîya Însan û Azadîyê herwiha dibêje, niha di alema îslamê de pirsgirêka misilmantîyê tune ye, lê dibêje, “Dewletên îslamî asteng in li pêşîya Kurdbûnê” û qedexekirina zimanê Kurdî jî weke sedem bo vê rewşê nîşan dide û radigihîne, “Îslamîyeta wan xelet e.”

Derbarê tifaqa partîyên Kurdî li gel Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ku PÎAyê jî di wê tifaqê de cihê xwe girtibû, Sedat Dogan dibêje, “Di jîyanê de astengî dernakevin, ji ber ku felsefa HDPê zêdetir teorîk e. Eger ew îdeolojî sedî 100 bê pêkanîn dê pirsgirêk derbikevin. Lê em ji hev fêk dikin” û dîyar dike ku di jîyanê de îdeolojî dikeve pilana duyem û dûpat dike, heta niha ti astengîyek li pêş wan derneketîye di nav wê tifaqê de.

Li ser sedema tifaqa li gel HDPê jî Dogan dibêje, her çiqas HDP xwe weke partîyeke Kurdî nebîne jî endam, rêvebir, xebatkar û enerjîya wê ji sedî 99 Kurdî ye û ruhîyeta Kurd tê de ye û herwiha dibêje, “Li bajarên Kurdan jîyan li gorî bawerîya Kurdan dimeşe.” Dogan dîyar dike, sedema herî mezin ji bo ku ew bi ruhîyeta gel re tevbigerin ew di wê tifaqê de ne.

Cîgirê Serokê Giştî yê Partîya Însan û Azadîyê, amaje bi wê jî dike, ew rengê xwe di nav wê tifaqê de diparêzin û tekez dike, heta ku li ser rêbaz û prensîban ew xebatên xwe bimeşînin ew dê di nav wê tifaqê de û di xebata li gel partîyên din ên Kurdî re berdewam bin.

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin