Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

Sê Muzîk û Sê Tercîh

A+A-

Do min li Merdinê hêza Propagandayê û bandora muzikê dît!

 

n.jpg


 

Namzetên Tifaqa Welatperwer û Demokrat bi heyecan û çoşek mezin xebatên xwe didomînin.
Do sibê di seat heyştan de ji Diyarbekirê me berê xwe da Derikê, ji Derikê em çûn Merdinê. Belavok û Deklarasyonên me di dest me de li kolan û cadeyên Merdinê me esnaf, pazar û dukandaran ziyareta kir.
Ezê bi çend rêzan çavderiyên xwe yên vê xabatê binivsinim.
Bi qeneta min li Bakurê Kurdistanê êdî siyaset şikil diguherîne.
Bala civatê ji teorî û gotinên qelew betir li saha siyasetê û pratikê ye.
Kiryar û di nav gel de bûyin bend û tabûyan dişkine.


Do bihar hatibû Merdînê
Li peşiyê namzetên Demokrat ên Mêrdînê û Qoserê Abdulkadîr Demîr û Şeyhmûs Ünal, li keleka wan serokên herdu Partiyan PAK û PSKê, Mustafa Özçelik û Mesut Tek
Revebir,endamên PAK,PSK û siyasetmedar û kesayetên kurd hebûn.
Dolmuşa Tifaqa Welatperwer û Demokrat dengê müzika kurdi vekiribû û li du me hêdi hedî dajot.
Dengê"Kurdo rabin em hatin" û melodiya Tifaqa Welatperwer û Demokrat bala dukandaran û esnafan pir dikşand. Wexta em diketin nava kahwe, cafeteya û dukanan me digot "ev hevala namzetê Şarederiya Merdinê ye" Gel meraq dikir. Müzika kurdî û denge "emê şaredariya xwe û welatê bi xwe idare bikin." bala gel pir dikişand.
Xortek şagirtê Zaningeha Artukluyê nêzî me bû " Ez Ji karim bi wê re belavok belav bikim."


Li ser kolana ku me digot kes me nasnake milet dihat peşiya me. Me serokê PAKê bi hemwelatiyek da nasin" Ev serokê partiya me Mustafa Özçelik e.
"Ne hewce ye hûn bêjin ez wî nas dikim."
Ev yeka berhemên xabatê ye!
Bername, gotar bi sahê re dibê yek.
Dolmuşa me li paş me bû çoşa müzika Tifaqa Welatperwer û Demokrat heyecan dida keç û xortan. Bala gel dikşand.
Ez fitilim paş xwe dolmuşa AKP li du dolmişa me bû.Dengê muzika wan" Recep Tayyip Erdogan..." çend deqe şunde dolmuşa HDP ji ber me derbas bû...Dengê mûzika wan Ji bilind bû horonek kilamek laza dabûn ser. Sê muzik û sê tercih..
Di sahê de sê altarnatif hene.
Wek li kolanan şerê sê muzikan.
Her ku dice hêvî xurt dibe.Tifaqa Welatperwer û Demokrat Sterka vê hilbijartinê ye.

Önceki ve Sonraki Yazılar