Şaxa Batmanê ya PAKê di salvegera 74emîn de Pêşawa Qazî Mihemed Bibîranî

Şaxa Batmanê ya PAKê di salvegera 74emîn de Pêşawa Qazî Mihemed Bibîranî

.

A+A-

Rêvebirîya PAKê ya Batmanê salroja 74emin de sêdarkirina Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî hatin bibîranîn.

Bîranîn li avahîya Navenda Batmanê ya PAKê hat lidarxistin. Di bîranînê de rêveber, endam û dostên PAKê cih girtin.

Serokê PAKê ya Batmanê Aziz Özdemirî got :Hun bixêr hatinê yadkirina pîrozîyên me,Pêşewayê me,mêrxas û wêrekê me,dilsoz û kurdperwerê me Qazî Mihemed ,Seyfî Qazî û Sedrî Qazî.

Bi helbeste Berken Berehî bi navê ÇARÇIRA dest pê kir.

Jibo şehîdên Kurdistanê bi taybetî ji bo Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî rêz hate girtin û siruda netewî hat xwendin.

Aziz Özdemirî Daxuyanîya PAKê xwend :

"-Em Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî bi giramî bi bîr tînin

Serokkomarê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên xwe di roja 31.03. 1947an de li bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê, li Meydana Çarçirayê , ji alîyê Dewleta Îranê ve hatin darve kirin.

Jiyan, helwest , şexsîyet û wasîyet û parastinnameya li mahkemê ya Pêşewa Qazî Mihemed di eslê xwe de rêbaz û hişmendîya Kurdistanî pêşkêşî me dike.

Wasîyet û parastinnameya Pêşewa Qazî Mihemed ji bo îro jî wazîfeyên me yên netewî û dîrokî nîşanî me didin.

Gelê Kurdistanê dê Pêşewa Qazî Mihemed û şehîdên Kurdistanê ji bîr neke.

Helwesta Pêşewa Qazî Mihemed ya bi rûmet û nesîhetên wî îro jî di têkoşîna azadîya Kurdistanê de rêya me rohnî dike.

Em di 74yemîn salvegera darve kirina wan de Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin. “

Pêşewa Qazî Mihemerd Li Mehabadê di merasîma sazkirina Komara Kurdistanê de, Qazî Mihemed wiha sond xwaribû û li ser sonda xwe ma:

“Bi mezinahiya Xwedê, Rumetiya Kurana Kerîm, li ser Welat û ala min, ez sond diwxim, heta dilopa dawî ya xwîna min û nefesa min a dawî, bi can û Malê xwe, di rêya azadiyê de, ji bo alên me li azmanan pêl bidin, ezê têbikoşim”

Berdewamîya bibîranînê de Xwedê jê razi Seydayê Gurdîli bi deng û helbesta xwe “Pêşewa Qazî Mihemed” ligel me bu.

Biranîn bi belgefilmekî û bi pirs û bersivan ,bi awayekî hestîyar û berhemdar bi dawî .31.03.2021

PAK Şaxa Batmanê

 

 

pak3-022.jpgpak4-023.jpgpak5-005.jpgpak-1-007.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin