Şaredara Pirsûsê Çevîk hat girtin

Şaredara Pirsûsê Çevîk hat girtin

Hevseroka Şaredarîya Pirsûsê Hatîce Çevîk hat girtin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Hevseroka Şaredarîya navçeya Pirsûsa ser bi Rihaya Bakurê Kurdistanê ve, Hatîce Çevîk ku berî niha hatibû desteserkirin, îro hat dadgehkirin û di encam de jî bi tohmeta, ‘endamtîya rêxistinê’ û ‘propagandaya rêxistinê’ biryara girtinê derbarê wê de hat dayîn.

Hatîce Çevîk roja 15ê Mijdarê di operasyoneke de ji hêzên emnî yên Tirkîyê ve bi tohmeta, ‘endamtî û propagandaya rêxistinê’ hatibû desteserkirin.

Rojek piştî desteserkirina wê şaredara Pirsûsê, Parêzgarîya Rihayê daxuyanîyek belav kiribû û tê de aşkere kiribû ku Çevîk ji kar hatîye dûrxistin û bi biryara wezareta navxwe ya wî welatî, li cihê wê qaymeqamê wê navçeyê, weke qeyûm hatîye danîn.

Jibilî hevseroka şaredarîya Pirsûsê, hevserokên şaredarîyên navçeyên Dêrika Çîyayî Mazî, Stêwr û Şemrexê yên ser bi Rihayê ve jî hatibûn desteserkirin û herwiha ew jî ji kar hatibûn dûrxistin û li şûna wan jî qaymeqamên wan navçeyan weke qeyûm hatibûn danîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin