Şam Dewriya Hevbeş Bi Tundî Şermezar Kir

Şam Dewriya Hevbeş Bi Tundî Şermezar Kir

Wezareta Derve ya Sûriyê dewriyeyên hevbeş ên Amerîka û Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar kir.

A+A-

Wezareta Derve ya Sûriyê dewriyeyên hevbeş ên Amerîka û Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar kir.

Wezareta Derve ya Sûriyê, derbarê dewriyeyên hevbeş ên Amerîka û Tirkiyê ji bo pêkanîna ‘Navçeya Aram’ li Rojavayê Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir.

 Wezareta Derve ya Sûriyê, encamdana dewriyeyên hevbeş ên Amerîka û Tirkiyê weke binpêkirineke aşkere û dijminkariyekê bi nav kir.

Li gor Wezareta Derve ya Sûriyê ev gav binpêkirina yasayên navnetewî, serwerî û yekparçeyiya xaka Sûriyê ye.

Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand ku Sûriye pêkanîna ‘Navçeya Aram’ ji binî ve red dike û ew ê tevahiya planên li dijî yekîtiya Sûriyê ji nav bibe.

Li Rojavayê Kurdistanê, li herêma di navbera Grê Spî û Serê Kaniyê, hêzên amerîkî û tirkî doh yekem dewriyaya hevbeş a bejayî di çarçova rêkeftina pêkanîna, ‘Navçeya Aram’ encam dan.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin