Salih Gedo: Danûstandinên PYD-ENKSê hat paşxistin

Salih Gedo: Danûstandinên PYD-ENKSê hat paşxistin

Di derbarê gera duyem a danûstandinên navbera ENKS û PYDê de, Sekreterê Partîya Çepa Demokrat li Sûrîyê, Salih Gedo ragihand ku li ser daxwaza ENKSê gera duyem a danûstandinan hat paşxisitn.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Salih Gedo dîyar kir, ew paşxistin bi awayekî demkî ye û got, danûstandinên navbera Encûmena Niştimanîya Kurdî li Sûrîyê û Partîya Yekîtîya Demokratîk heta niha erênî bûne û dê berdewam bin.

Gedo ji bo destpêkirina danûstandinan jî got: “Em li benda hevalên xwe yên ENKSê ne ji bo lidarxistina civîna duyem. Em ji roja yekem ve amade ne, ji bo ku ev civîn lidarkeve û em bikarin wan pirsgirêkan çareser bikin bi hevdu re û li ser maseyekê.”

Salih Gedo amaje qonaxa yekem a danûstandinên navbera PYD û ENKSê kir û got, heta niha herdu alîyan di warê sîyasî de li hev kirine, ku bi gotina wî ji 5-6 xalan pêk tê.

Çend roj berî niha şandeke ENKSê ji Rojavayê Kurdistanê ve serdana Başûrê Kurdistanê kir, daku têkildarî danûstandinan bi serkirdatîya Başûrê Kurdistanê re bicive. Biryar e ev şand piştre careke din vegere Rojavayê Kurdistanê û piştî vegera wê şandê, dê qonaxa duyem a danûstandinên navbera ENKS û PYDê dest pê bike.

Sekreterê Partîya Çepa Demokrat li Sûrîyê herwiha dîyar kir, rêkeftina Duhokê ya ku pêştir di navbera ENKSê û YPDê de hatibû îmzakirin, gelek girîng e û herdu alîyên Kurdî dikarin sûdê ji wê rêkeftinê bibînin.

Gerdo di vê bareyê de got: “Hemû alî dibînin ku îtifaqa Duhokê, tiştekî giring bû û em dikarin wê îtîfaqê gelek qezencan jê bikin.”

Tiştên ku me digihînin hevdu weke Kurd, weke millet, gelek mezintirin ji tiştên ku me dûrî hevdu dûr dixin.

Danûstandin ENKSê û PYDê bi piştgîrîya Başûrê Kurdistanê, Amerîka û Fransayê ne.

Derbarê dansûtandina alîyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê de, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî di peyamekê de ragihandibû, ku qonaxa yekem a wan danûstandinan bi awayekî serkeftî bidawî bûye û ew dê di demeke nêzîk de dest bi qonaxa duyem bikin.

ENKSê û PYDê di qonaxa yekem de li ser pirsên sîyasî lihev kiribûn. Di qonaxa bihê de ENKS û PYD dê pirsên rêveberî û leşkerî gutûbêj bikin.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin