Sala nû ya xwendinê li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir

Sala nû ya xwendinê li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir

.

A+A-

Îro 12ê Îlona 2021, piştî gelek amadekariyên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser, deriyên dibistan û xwendingehan li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin desthilata Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê bi fermî hatin vekirin û sala nû ya xwendinê li herêmê dest pê kir.

Li gor Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser, ji bo sala xwendinê ya 2021-2021, îro 834,355 xwendekar li ser asta tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe dan dibistanan.

Ji beriya heftiyekê ve, ji 5ê Îlonê ve rêveberiyên dibistanan amadekariyên ji bo sala nû ya xwendinê dest pê kiribûn.

Li gor zanyariyên Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser, werzê yekem ê sala nû ya xwendinê ya 2021-2022 dê heta roja 16/01/2022 berdewam be.

Xwendekar bi awayekî asayî dê herin dibistanê û waneyan rûbirû bisitînin. Lê ji bo xweparastina tendirustiyê hemû rêkarên rûbirûbûna belavbûna vîrûsa Koronayê têne cîbicîkirin. Lê eger tûşbûna bi Koronayê zêde bibe, êdî planeke din dê ji bo xwendinê bê danîn.

Nêzîkî 4,500 dibistan li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene, ku 1,876 dibistan li Cizîra Rojavayê Kurdistanê ne û yên din li navçeyên din in. Ji hejmara giştî ya xwendekaran jî 196,723 xwendekar li dibistanên herêma Cizîrê ne.

Li tevaya dibistanên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 38,994 mamoste hene, ji wan 15,969‪ mamoste li dibistanên Cizîrê ne.

Herwiha li Cizîra Rojavayê Kurdistanê 38 dibistanên ser bi perwerdeya hikûmeta Sûriyê ve hene û li wan dibistanan xwendin bi rêbaz û materyalên xwendinê yên hikûmetê ye.Hejmara xwendekaran li wan dibistnan jî derdora 25,000 xwendekarî ye.

Li aliyekî din 20 dibistan ji aliyê dêrên Krîstiyanan ve têne birêvebirin.

Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser ragihandiye, îsal li herêma Cizîrê 19 dibistanên amadehî ji bo şaxên pîşeyî (bazirganî, pîşesazî, çandinî û tenduristî) hatine vekirin.

Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser, xwendekar bi sê zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî tên perwerdekirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin