Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

Sala 2017an û xeyalên me

A+A-

 

Salek bi dawî dibe...

Bi mizginî, bi tekçuyina xwe sala 2017an hiziriya xatir xwestinê dike.

Sal navenda xeyalane, xeyal rengê jiyanê ye.

Ji bo gulek,

Ji bo armancek,

Ji bo sosinek,

Ji bo welatek... hun navê wê çi lêdikin lêkin jiyan bi xeyalan xweş e.

Ji Sirbistanê û ji "dilê Kurdistanê"vegere

jî xeyal dilê mirovan diricifine, mirovan ber bi deryaya evînê dibe! 

Mirovên bê xeyal her vikî vala ye.

Xeyalên baş mirovan ber bi hedef û armancên baş dibe. Xeyal û helwestên xerab mirovan perişan dike.

Vay disa salek ji me xatir dixwaze...

Bahola xwe daniye ber derî û wek diyarî jî "İxanetê" daniye kêlekê. Hin ne diyare ewê vê ixanetê bixwe re bibe an bike bela serê me. 

Bi xwe ez tiştek zanim dirokê vê "ixanetê" qet ji bir neke.

Sala 2017an bê ujdan e.

Xemginiya xwe di pêşa me de dihêle û dice...

Ya xerab deqiqeya tali wek radestkirina Cevdet Ayaz gola xwe ji davêje...

We nizanim lê di vê xatir xwestinê de ez bixwe dilşikestinî me...

Neheqiyek mezin li me û li doza me hat kirin..

Disa jî xeyal xweş e!

Xeyal evîne!

Xeyalên sed salî ji Kerkûkê vegeriya be ji xeyal hêvi ye.

Hêvî tekoşine, her dimine.

Wek dema berxwedana Kobanê û piştî wê jî referanduma Serxwebûna Kurdistanê.

Di dema têk çûyinê mizgînî û di mizginiyê de têk çuyinê daye jiyandin. Tekoşina neteweyî û civakî her bi vî rengi ye. Yekcarna bilind û yekcarna jî nizim dibe.

Her çiqas şikest xwaribe jî,

ez ji ji xeyalên me yên cend salên vê taliyê û bi tayibetî ji ya 2017an pir hez dikim. 

Xeyalên 2017an "kolektiv" bûn. 

Me şikest xwaribe jî em vegeraniyan nav mala xwe..Ji nû ve xeyalên hişmendiya neteweyi di nav me de xurt bûn. Em ji ceper, pergala  siyaseta entegrasyonê bi dur ketin û  ax û al bû rojeva me ya sereke.

"Xencerek " lêketibe û vê gavê birina wê xedar be ji xeyal xweş e...

Xeyal evîn e.

Evîn Kurdistan e!

Ez ji xeyalên 2017an pir hezdikim.

Bi hedef e... bi xwe rojevê tayin dikir.

Xerû kurd bû... Kurdistanî bû.

Salek bi dawî dibe 

Di sala 2017an de xeyalên me di  "dilê Kurdistanê" de fetisi. Lê bi giştî serkeftî bû!

Wek kurdek û siyasetmedarek bakûrî dilê min her dibijiya wî halên wan, wi hedef,xeyal û xeta wan.

Vê gotinê min her di ber xwe de digot:

Çima em ne wek wan ın...

Bi xwe aktor û bi xwe ji mexdur bûn.

Tekoşin serkeftin e.

Tekoşin di eynî wextê de têkçuyinê ji di nav xwe de dihewine.

Vê gavê her ciqas şikest xwaribe ji encam û helwesta referandumê şoreşek bû. Şoreşek ku bi patenta  xwe xwerû kurdî bû!

Serî ji Emerikayê re xwar nekir.

Meydanê ji bindestiyê re xwend.

Bu sedem ku kurdên bakûrê Kurdistanê vegerin ser rojeva xwe.

Salek bi dawî dibe...

Saleka bi bûyerên xwe mijara bi dehan pirtûka ye.

Ev bûyer û tecrubana

şansek xistiye destê mixalefeta bakûrê Kurdistanê divê wi şansî baş bi kar binin... ji jor nebû bila ji jêr tevgera ku di bergeha wê de al û ax heye dest bi xurtkirina mixalefetek mili bikin!

Sala nû tê...hêvî te û mizgînî li ber deriyê her çar perçeyên Kurdistanê ye.

Bila di nav hedefên sala nû de ne ji her "malê şehidek", ne ji her "malê girtiyek", ne ji her "malê şervanek"  û ne ji her "malê ixanetek" hebe.

Bila ji her "malê" tifaqek neteweyî, tevgera gel, û tekoşina demokratik kêm nebe...

Derew, sextekarî, durutî,xapandin,"ixanet" durî me be.

Bawerî, dostanî, hêjayên neteweyî, li hev xwedîderketin, rehevaltî, dirusti bibe para me hemûyan! 

Bila pivanên hiquqa gerdunî, edalet,aştî, demokrasi di civata me de serdest be. 

Bi ev hest û daxwaziyan sersala we ji niha de piroz be!

Bila sala nû sala serkeftinê be!

28.12.2017

Önceki ve Sonraki Yazılar