Zînet Dînçer

Zînet Dînçer

Hemû nivîsên nivîskar >

PÎRA EDÛLÊ

A+A-

Rojekê pîrika Edûlê, li ber dîwarê hewşê rûniştibû, min hêdî xwe da tenişta wê û min got: 
- Rojbaş! Pîrê, tu çawayî? Te çi ji vê dinê fam kir? Ji min re bêje lê! 

Pîrê got:
- Ez çi bêjim lawo! Ka me çi fahm kir; weke ku li ser hespekê bim û di binê siya darekê re derbas bûme.

Min got:
- Hew? Te jî tiştek fahm nekiriye?
Pîrê got:
- Erê, wele av tenê hebû, li gundê me çemekî mezin derbas dibû  wekî niha cil û berg tine bû, feqîrî bû, de hema derbas bû, va yê tu dibînî pîr im, kût im û bawî me. 

Min got:
- Erê wele pîrê, de ka behsa jiyana xwe,  behsa tiştinan ji min re bike.

Pîrê got:
- Wek çi? 

Min got:
- We serê xwe çawa dişûşt? Tu dibê av tenê hebû, te dî wexta sibehan lê, wexta ku av lazim ba lê, ez çawa ji te re bêjim ? ma ne ez fedî dikim lê, Pîrê ku tu yê raba xwe helal bikra ha. 

Pîrika min bi herdu destên xwe dev û rûkê xwe girt û got:
- Tu çi dibêjî lê ? Ma ev jî pirs e tu dipirsî.? Şerm e keçê!

Ê de Pîrê, ma ne te got av tenê hebû? Min jî miraq kir:
- De ka bêje lê, ne eyb e! 

Pîrê keserek da xwe û got:
- Law, em sibehan zû diçûn ber çem û me li wirê av li xwe da dikir û em dihatin. Eger berf ba, baran ba, serma ba, em ji pêwîstî diçûn ber çem. Rojekê bûka muxtar serê sibehê diçe ku here ber çem, çima şivanek lê rast nayê! Şivan diçe dibêje ”ez li bûka Muxtar rast hatime, diçû ber çem.” Muxtar jî bihîst û li bûka xwe xistin, law sê rojan jinik li erdê mabû. Ji ber wê yekê, em jî êdî tirsîyan. Yekê ji tirsan av ji êvar de anîbû kiribû axur ku lazimî çêbe û çima jê re lazim nebû! Radibe xwe tazî dike û cilkê xwe heman davêje ser pişta kerê û xwe dişo. Gava radibe ku cilan li xwe bike, dinêre ker  çûye bi tevlî cilan. Jinik sê seatan tazî dimîne, dicemide heta ku zarokên wê  lê rast tên, ji wî halî xilas dibe. Me gelek tişt û qehr kişandîye law. Ê vî heyamî ketine xêra Xwedê .


Min got:
- Pîrê tu zanî ku ê niha serê xwe li ku dişon? 


Pîrê got:
- Erê, êrê law  ez zanim. Serşok ketine nava xaniyan û kanîk jî hene, hema kanîya xwe vedikin av jê tê .

Min got:
- Na, na pîrê,  ketiye oda ku lê radizên! 


Pîrê got:
- Haa… !Ketiye oda lê radizên ? Di wir de jî av heye ? 

Min got: 
- Erê, wele.

Pîrika Edûlê got:
- Lê lê law, dîsa jî lêv û pozê wan rast nabin û ne qayîl in .


KESA GOTÎ: Pîra Edûlê
TEMEN: 81
HEREM Hezro
BERHEVKAR: Zînê

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin